SOHR: Agahiyên li ser nexweşiya El-Esed bi koronayê ne rast in

SOHR`ê ragihand ku agahiya dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê li ser nexweşiya Beşar El-Esed û hevjîna wî bi koronayê belav kirine, ne rast in.

SOHR: Agahiyên li ser nexweşiya El-Esed bi koronayê ne rast in
9 adar, 2021   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li gorî çavkaniyên nêzî xwe yên di hikumeta Şamê de ragihand ku agahiyên li ser nexweşiya El-Esed û hevjîna wî bi vîrusa koronayê taybet di vê demê de, ji bo lîstina bi hestên alîgirên wan in. Nexasim piştî 10 salên aloziyê ku di 2011`an de dest pê kir, rewşa aboriyê li welêt têkçûyî ye.

Li seranserê herêmên serweriya hikumeta Şamê rewşa aboriyê pir xirab e û bi taybetî madeyên nan û mazotê pir bi zehmetî tên peydakirin. Her wiha nirxê madeyên din ên sereke biha ye û lîreya Sûriyê li hemberî pereyên biyanî gelekî daketî ye.

Serokatiya Sûriyê duh daxuyaniyek dabû û gotibû: “Serokê Sûriyê Beşar El-Esed û hevjîna wî Esmaa bi vîrusa Koronayê ketine. Rewşa wan baş e.”

Girêdayî mijarê li ser malperên tevna civakî bertekên cuda derketin. Beşê mezin ji gel ew nûçe bawer nekir, beşê din jî pêşbîn kir ku El-Esed bi wê yekê dixwaze bêje ku heta niha wan dermanê vîrusê negirtiye û xwestiye li hemberî gel xwe zelal nîşan bide. Di heman demê de, hikumet û aliyên tenduristiyê li Sûriyê têkildarî hejmara pêketiyên koronayê û kesên jiyana xwe ji dest daye li herêmên serweriya xwe, hejmarên ne rast didin.

(cx)