Hêzên Ewlekariya Hundirîn encama operasyonên Sibatê eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên operasyonên xwe yên meha Sibata borî eşkere kir û got: “Hêzên me bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên terorîst ên girêdayî aliyên dijber, 14 operasyonên serdegirtinê pêk anîn.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encama operasyonên Sibatê eşkere kir
9 adar, 2021   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen îro li Akademiya Şehîd Mihyedîn a li bajarokê Rimêlanê, civîneke çapemeniyê li dar xist û bi daxuyaniyekê bilançoya xebatên hêzên wan di meha Sibatê de eşkere kir.

Di destpêka daxuyaniyê de 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî li jinên herêmê ku bûn mînaka jinên azad û di oxira rizgarkirina vê xakê de xwe feda kirin, hate pîrozkirin û wiha dewam kir: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parçekirina gelê me û têkbirina ewlehî û aştiya ku hemû beşên me yên ewlehiyê û di nav de Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl didin li herêmê mayînde bikin, tevgera şaneyên çeteyan ên girêdayî aliyên dijberî gelê herêmê zêde bûye. Ew şane hewl didin ku madeyên hişbir û qedexe derbasî herêmê bikin û bi wê yekê fikr û ramanên gelê me têxin bin destê xwe, vîna wan bişkînin û tiştên xirab li herêmê belav bikin.

Tevî rewş û aloziya ku em niha tê de dijîn, wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em hîna jî li ser soza xwe ne ku em ê parastina hemû pêkhateyan bikin û em ê têkoşîna li dijî hemû tawan û şaneyan dewam bikin. Hêzên me di pêkanîna erk û berpirsiyarên xwe de berdewam in û bi hemû hêza xwe çalakiyan pêk tînin.

Di heyva Sibatê de hemû beşên hêzên me karên xwe berdewam kirin, li gorî wê:

Ji akademiyên me 984 endamên jin û xort perwerdeya xwe bi dawî kirin.

10 endamên hêza me gihan asta şehadetê û 6 endam birîndar bûn.

Her wiha hêzên me 12 mayîn bê bandor kirin. Li herêmên me 24 teqîn pêk hatin, di encama wan de 14 sivîl şehîd bûn û 15 sivîl birîndar bûn.

Hêzên me li dijî şaneyên çeteyan ên girêdayî aliyên dijber, bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 14 operasyonên serdegirtinê pêk anîn.

Her wiha di berdewama hemleya “Jiyan berpirsyartî ye” de ya ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir, hêzên me qonaxa duyemîn bi dawî kirin û di wê qonaxê de 151 kesên bi 111 dosyayên bazirganî, propagande û vexwarina heşîşê hatine tawanbarkirin, hatin girtin.

Her wiha hêzên me 9 hewldanên qaçaxkirin û bazirganiya şûnwaran têk birin.

Her wiha 77 paketên heşîşê, 150 gram ji madeya hişbir ya kirîstal, 45 gram hêroyîn, 171 hezar paketên kaptîgon ya hişbir, 16 çekên kilaşînkov, 13 damançe, 22 çekên nêçîrê tevî hemû cebilxaneyên wan, hatin desteserkirin.

Her wiha 18 sûcên kuştinê, 11 hewldanên kuştinê, 13 sûcên sextekirina pereyan û 27 sûcên sextekirina belgeyan, hatin tesbîtkirin.

108 dosyayên diziyê jî hatin tesbîtkirin û sûcdar û hemû kesên dizî kiribûn hatin girtin.

Di heman demê de 19 kesên ku nasnameyên sexte bi kar dianîn, 12 kesên fêlbazî û dekbazî kirine û 45 kesên ku bêexlaqî kirine, hatin girtin.

TÎMÊN REWŞÊN AWARTE Û AMBULANS:

463 rewş hatin pêşwazîkirin, ji wan 165 rewşên sivik bûn û 298 rewşên giran bûn. Her wiha destwerdan li 4 rewşên qezayên rê û 6 rewşên şewatê, hate kirin.

HÊZA HAWARÎ:

Erebeyên ambulansê û Hêzên Hawarî destwerdan li 66 rewşan, 10 teqîn û 78 qezayên trafîkê hate kirin, her wiha 9 hezar û 443 bend û dewriye di vê mehê de pê rabûn.

NAVENDA TIRAFÎKÊ YA GIŞTÎ:

Ji xebatên herî girîng ên Rêveberiya Giştî ya Trafîkê di vê mehê de: Bidawîkriina 8 dewreyên taybet bi ajotina erebeyan,

HÊZÊN EWLEHIYA BENDÊN KONTROLÊ Û RÊ:

Di vê mehê de 97 çekên neruxstekirî hatin girtin û radestî aliyên têkildar hatin kirin.

Endamên me yên li ser bendên kontrolê gelek çalakiyên qaçaxkirinê têk birin, ji wan qaçaxkirina (28957) lîtreyên benzînê û (96763) lîtreyên mazotê.

Her wiha 968 ton lib û beqle hatin girtin.

NIVÎSGEHA ZEFTXANE Û CIHÊN BINÇAVKIRINÊ:

Di vê mehê de 3055 kes hatin binçavkirin û 2384 kes hatin berdan.

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN-JIN:

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Jin û Hêza Parastina Jin ji hemû hevalên jin ên hêzên me re bi boneya 8`ê Adarê şahiyek li dar xistin. Her wiha beşdarî qonaxa sêyemîn a pêngava têkoşîna li dijî madeyên hişbir bûn. Her wiha li hemû kongre û xwepêşandan xebatên parastinê kirin. Di çarçoveya pêşxistina karê xwe de (Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ) 100 endamên me yên jin tev li dewreyên perwerdeya leşkerî, leşkerî û pisportiyê bûn. Heta niha jî di vê mehê de hê jî hejmareke pir mezin di dewreyên perwerdeyê de ne.

Her wiha hêzên me sûcekî kuştinê, 3 rewşên xwekuştinê, 3 rewşên hewldanên xwekuştinê, rewşeke sextekirina belgeyan, dos , û sext kirina belgeyekê û bûyerke diziyê û 17 dosyayên madeyên hişbir, şopandin.

Di meha Sibatê de 99 jin hatin binçavkirin û 42 jin hatin berdan.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê em tekez dikin ku ji bo parastina ewlehiya civakê û parastina destkeftiyên şoreşê ji aliyên ku hewl didin fitneyê li herêmên me derxin, em ê berpirsiyarên exlaqî û qanûnî pêk bînin. Di hemû zordarî û rewşan de em ê di oxira parastina xaka xwe û gelê xwe de, canê xwe feda bikin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fmxuHpoRv1E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>