Jinên Helebê: Şoreşa Rojava têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê xurt kir

Pîrozbahiya 8`ê Adarê ya li bajarê Helebê bi beşdarbûna jinên ji hemû pêkhateyan tabloyeke mûzayîk ava kir. Jinên Helebê anî ziman ku Şoreşa Rojava têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê xurt kir.

Jinên Helebê: Şoreşa Rojava têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê xurt kir
9 adar, 2021   13:03
HELEB – HENAN MIHEMED

Duh li bajarê Helebê şahiya 8`ê  Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi beşdarbûna bi hezeran jin û şêniyên bajêr hate lidarxistin. Jin bi cil û bergên xwe yên filoklorî beşdarî şahiyê bûn.

Nûçegihana me di şahiyê de raporeke bi dîmen amade kir û Jinên Kurd, Ereb û Tirkmen ku beşdarî şahiyê bibûn ji ANHA`yê re axivîn.

/ar/uploads/files/2021/03/09/110136_falntyna-abdw.webp

Hevseroka Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valantîna Ebdo roja 8`ê Adarê li rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha axivî: "Jinan gelek zehmetî û zilm dît. Tu rêxistinên ku mafên wê biparêze tune bûn. Şoreşên ku beriya niha çêbûn ne ji bo xizmeta jinan bû û tu girîngî neda jinê ku biryara xwe ava bike."

Der barê guhertinên ku piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi serkêşiya jinê di kesayeta jinê de çêbû Valantîna wiha nirxand: "Jinê dikarîbû xwe di nava Şoreşa Rojava de birêxistin bike û ev yek bi rêya perwerdeya li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêk hat."

Valantîna Ebdo tekez kir ku destkefiyên ku jinê di nava Şoreşa Rojava de bidest xistine bi saya têkoşîna şehîdan bû û îşart bi girîngiya yekitiya jinan kir.

ROLA JINA EREB DI RÊXISTINKIRINÊ DE

Endama MSD`ê Fatma Hisêno ku ji pêkhateyên Ereb e got: "Şoreşa Rojava çirûska jinûve vejandina têkoşîna jinê ye."

/ar/uploads/files/2021/03/09/110130_fatmh-hsynw.webp

Fatma Hisêno wiha domand: "Destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê destpêkirineke nû ji jinê re bû û xwe di cîhanê de îsbat kir ku ew dikare di zehmetiyan de tiştan biafirîne. Jin Ereb jî piştî Şoreşa Rojava xwe birêxistin kir û tevlî şoreşê bû."

Her wiha ji  pêkhateya Turkmen Koordînasyona Kongreya Star Amna Xidir Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan bi taybet li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

/ar/uploads/files/2021/03/09/110029_aamnh-khdhr.webp

Amna Xidir îşart bi beşdarbûna jinê di nava şoreşê de di aliyên siaysî û leşkerî de kir û got jinan bi rêya destkeftiyên hatine bidestxistin rola xwe îsabat kir.

Di dawiyê de Amna Xidir tekezî li ser parastina destkefiyên ku bi saya têkoşîna jinan hatine bidestxisin û xebata ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, kir.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qyYLuDuk4NQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>