Mihemed Şêxo li ser gora wî hate bibîranîn

Hunermend, rewşenbîr û şêniyên Qamişlo hunermendê Kurd ê nemir Mihemed Şêxo di 32`emîn salvegera wefeta wî de, li ser gora wî ya li bajarê Qamişlo bi bîr anîn.

Mihemed Şêxo li ser gora wî hate bibîranîn
9 adar, 2021   13:02
QAMIŞLO

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), hunermendên Qamişloyê, malbat û dostên Mihmed Şêxo serdana gora wî ya li gortistan Hilêliyê ya Qamişloyê kir.

Di serdanê de Hunermend Sefqan Orkêş axivî û da zanîn ku Mihemed Şêxo ji wan re bûye nasname.

/ar/uploads/files/2021/03/09/123903_qam-serdana-gora-mihmed-sexo-9-3-2021-28429.webp

Orkêş diyar kir ku ger gotinên ku Mihmed Şêxo di stranên xwe dibêje di dîroka gelê Kurd de pêk bihatana wê rewşa Kurdan hatibûya guhartin.

Orkêş anî ziman ku ew ji dibistana dibistana Mihemed Şêxo derçûne û wiha dewam kir:"Em hêvîdar in ku ew gavên ku wî avêtine, em di rojên bê de li ser zêde bikin. Em serbilind in ku kesekî bi vî awayî ji nava Kurdan derketiye û mohra xwe li dîroka gelê Kurd daye."

Her wiha nivîskarê Kurd Konê Reş jî axivî û da zanîn ku Mihmed Şêxo tevî temenê wî yê kurt, karîbû sînorên di nava Kurdistanê de ji holê rake.

Konê Reş destnîşan kir ku deng û stranên Mihmed Şêxo zimanê Kurdî heta niha vê rojê parast.

(sb)

ANHA