Kurdistaniyên li Lubnanê 8`ê Adarê pîroz kir

Bi dehan kurdistaniyên Lubnanê 8`ê Adarê li peytexta Lubnanê Beyrûtê pîroz kir.

Kurdistaniyên li Lubnanê 8`ê Adarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 8`ê Adarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 8`ê Adarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 8`ê Adarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 8`ê Adarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 8`ê Adarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 8`ê Adarê pîroz kir
9 adar, 2021   11:04
LUBNAN

Kongreya Star û Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Lubnanê bi boneya 8`ê Adarê duh şahiyek li Beyrûtê li dar xist.

Şahî li pêşiya avahiya Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî bi tevlêbûna bi dehan kurdistaniyan li dar ket. Jinan cil û bergên kurdî li xwe kirin.

Di şahiyê de bi navê Kongreya Star Menar Ehmed daxuyaniyek da û tê de got: “Em bi dirûşma `Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye` Roja Jinan a Cîhanê di salvegera wê ya 46`an de wek rojekê ku ji rehma êş, newekheviyê û zulmê dest pê kiriye pîroz dikin.”

Menar dîroka têkoşîna ku jinan sala 1857`an li hemberî pergala dîktator a li Amerîkayê ya wê demê, bibîr anî  û got: “Ew têkoşîn beşek ji dîroka têkoşîna jinan e.”

Menar wiha domand: “Çiqas hêzên faşîst hewl bidin jinê gorî bikin, lê tovên wê ji binê erdê şîn dibin û şax dibin heta ku digihêje her jinekê li cîhanê û mîrasa têkoşîna xwe ya dîrokî zindî dike.“

Paşê, Seroka Komeleya Jîn a Jinan Buşra Elî daxuyaniyek bi navê komeleyê xwend û tê de ev yek destnîşan kir: “Em bi coşeke mezin vê rojê pîroz dikin ku jêdera israra me li ser berdewamkirina têkoşînê ye ku xwişkên me di dirêjahiya dîrokê de daye destpêkirin.”

Buşar di daxuyaniyê de soza şopandina rêya têkoşer û şehîdên jin heta pêkanîna tevahiya hêviyên wan di avakirina civakekê li ser bingeha wekhevî, azadî, rûmet û edaleta civakî de da.

Piştre bi navê Meclisa Jinan a PYD`ê ya Lubnanê, Şerîvan Bekir daxuyanî da û tê de tevahiya têkoşerên jin ên ku ji bo azadiyê û parastina mafên jnan canê xwe feda kirine, bi bîr anîn di serî de Hevrîn, Sakîne, Arîn, Hind û Seide.

Her wiha bi navê Komeleya Newroz a Çandî û Civakî Mîdye Elî axivî û 8`ê Adarê li tevahiya jinên li cîhanê, têkoşeran, karkeran, girtiyên siyasî û şervanan pîroz kir.

Mîdye hêvî kir ku îsal bibe sala yekitiya rêxistinên jinan û pêkanîna destkeftiyan da ku newekheviyê û zulmê tune bikin.

Seroka Komeleya Wekhevî Werde Butrus a Jinan Marî El-Dibis axivî û ev roj li tevahiya jinên li cîhanê bi taybet ên li Rojava pîroz kir.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên komên Welatê Rojê bi dawî bû.

(şx)

ANHA