Jinên cîhanê çawa 8`ê Adarê pîroz kirin?

Bi sed hezeran jinên li cîhanê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin û girîngî, rola wan a aktîf di civakê de ji serdemê berê heta roja îro, bi bîr anîn.

Jinên cîhanê çawa 8`ê Adarê pîroz kirin?
9 adar, 2021   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li gelek dewletên cîhanê meşên ji bo pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê û sekina li hemberî newekheviya der heqê jinan de û tundiya li dijî wan pêk tê, hatin lidarxistin.

Li Spanyayê li bajarê Medrîdê xwepêşandanên 8`ê Adarê hatin qedexekirin ku her sal bi sed hezeran kes li hev kom dibûn. Ev yek ji ber rewşa tenduristî hate kirin, lê li hin bajarên din ên Spanyayê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Barcelona, Işbîliya, Valencia û bi dehan bajarên din xwepêşandanên bi rengê mor ku sembola jinê ye hatin lidarxistin. Serokwezîrê Spanya Pedro Sanchez di merasîma ku li wezareta wekheviyê hate lidarxistin de wiha got: "Hîn li pêşiya me gelek xebat heye ji bo em biryarên ku berê hene bidin rawestandin."

/ar/uploads/files/2021/03/09/080523_2021-03-08t201949z_868193520_rc287m9rdxci_rtrmadp_3_womens-day-argentina.webp

Bi deh hezeran kesan li Parîsê û gelek bajarên din ên Fransayê ji bo şermezarkirina newekheviya der heqê jinan de ku ji ber aloziya tenduristî û tedbîrên girtinê zêdetir bûye, xwepêşandan li dar xistin.

Li Strasbourgê jî nêzî 350 kes bi dirûşmeya pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de meşiyan. Li Besançon jî di navbera 150 û 200 kesî de deqeyekê rêz girtin.

Li Rangot heta New Delhi bi hezeran jin meşiyan. Jinên ku cilên rengîn li xwe kiribû li nêzî New Delhi tev li cotkarên ku ji bo sererastkirina çandiniyê ji beriya çend mehan ve xwepêşandanê li dar dixin, bûn.

Li Meyanmar jî çalakvan, mamoste, cotkar, xebatkar û xwendekar bi hejmareke mezin daketin qadan û banga vegera Aung San Sutchi ku di 1`ê Sibatê de artêşê ew ji erka wê xistibû, kirin.

Li Rangon pankartên bi nivîsa "Bi hevre cîhanê biguherînin" û alên rengîn hatin hildan.

Li bajarê Lahûr ê Pakîstanê xwepêşandan ber bi herêma Baloşistanê ya nêzî sînorê Efganistanê ve çû. Her wiha sed kes bi taybet jin li Manîla paytexta Filipînê, meşiyan.

Li paytexta Cezayirê jî bi sedan jin ji bo rakirina “qanûna malbatê” bi boneya Roja Jinan a Cîhanê xwepêşandan li dar xist.

Li kolana Dêdoş Murad a paytextê pankartên bi nivîsa "8`ê Adara 2021`an em ji bo guhertinê ne ji bo pîrozbahiyê derketine" hatin hildan û ber bi Posta Navendî ve çûn û li wir tev li çalakiyê bûn.

Di xwepêşandanê de qanûna malbatê "Qanûna rewşên kesayetî" ku wan di nava jiyanê de biçûk dihêle, hate şermezarkirin.

Bi sedan jin li Yewnanistanê jî meşiyan. Li welêt rêzebinpêkirinên cinsî li dijî jinên di nava aliyên werzîş û çandê de, tê kirin.

Li Efganistanê jî jinên xebatkarên televîzyona Enecas TV de piştî kuştina 3 hevalên wan heftiya derbasbûyî, li bajarê Celal Abad karê xwe sekinandin.

Koma Mack a hiqûqî parastina mafên Fransî kir piştî ku xwaringeha McDonald's tawanbar kir ku ew siyaseta cinsiyetparêziyê li Fransayê bi kar tîne.

Komeleyê got, ew texmîn dike ku ne şêwazekî tekane ye lê belê ew encama çanda xirab a sazatiyê ye.

Her wiha “Google” Roja Jinan a Cîhanê 2021`an pîroz bi şêwazê xwe yê taybet bi rêya video ku tê de xebatê jin û rola wê di aliyên zanist, werzîş û siyasetê de diyar dibe, pîroz kir.

(bx)

ANHA