PDK`ê nahêle girtiyên Behdînanê bi malbatên xwe re biaxivin

Çalakvan û rojnamevanên Behdînanê ku di zîndanên PDK`ê de tên ragirtin, ev 21 roj in di greva biçîbûnê de ne. Birayê Şivan Seîd Eyhan Seîd diyar kir ku ev 3 hefte ne ku nahêlin Şivan Seîd bi rêya telefonê bi malbata xwe re biaxive.

PDK`ê nahêle girtiyên Behdînanê bi malbatên xwe re biaxivin
9 adar, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 16’ê Sibatê de Dadgeha Ceza ya Hewlêrê bi angaşta (îdîaya) “sîxûrî û tevlîhevkirina  aramiya Başûrê Kurdistanê” ji bo çalakvan û rojnamegerên Behdînanê Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê birî. 17’ê Sibatê de li dijî biryarê, zextên derûnî û rewşa xerab a girtîgehê her 5 rojnameger û çalakvanan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakvan û rojnamevanên Behdînanê ev 21 roj in di greva birçîbûnê de ne. Derbarê rewşa tenduristiya girtiyan de birayê Şivan Seîd, Eyhan Seîd ji Rojnews re axivî û got; “Ev 3 hefte ne agahiya me ji Şivan tune ye, em nizanin tenduristiya wî çawa ye. Pêwîste her hefte bi rêya  telefonê bi malbata xwe re biaxiviya, lê ev 3 hefte ne rê nadin bi malbatê re biaxive."

Parêzerê rojnamevanên Behdînanê Beşdar Hesen jî li ser heman mijarê ji Rojnews re axivî û got; “Em dixwazin îro serdana girtiyan bikin û rewşa wan bizanin. Lê hîn nediyar e wê destûra hevdîtinê bidin me yan jî nedin."