Koalîsyonê li Iraqê li DAIŞ`ê da: 10 çete hatin kuştin

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Koalîsyonê li Çiyayê Edaye yê ser bi Nînewayê ve çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirine û 10 çeteyên di tunelê de hatine kuştin.

Koalîsyonê li Iraqê li DAIŞ`ê da: 10 çete hatin kuştin
9 adar, 2021   10:23
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Yesrib a başûrê parêzgeha Semara Heşdî Şebî û hêzên ewlekariyê dest bi operasyona lêgerîna çeteyên DAIŞ’ê kirin.

Li gorî daxuyaniya Heşdî Şebî, Lîwaya 41 a Heşdî Şebî û hêzên ewlekariyê îro danê sibehê dest bi operasyonê kirine. Li derdora Baregeha Asmanî ya Belend bombe û teqemeniyên çeteyên DAIŞ’ê hatine dîtin û tunekirin.

Şaneya Şer a Iraqê jî ragihand ku îro balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî li Çiyayê Edaye ê ser bi Nînewayê ve çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirine û di tunelê de 10 çete hatin kuştin.

(cx)