Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 kesên din bi koroneyê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 28 kesên din bi vîrusa koroneyê ketine û 3 kes jî mirine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 kesên din bi koroneyê ketine
9 adar, 2021   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusê mirine 2 mêr ji Tebqa û Qamişloyê û jinek ji Şehbayê ne.

Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 kesên din bi vîrusê ketine, jê 19 mêr in û 9 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 5

Qamişlo: 9

Reqa: 4

Dêrazor: 5

Minbic: 3

Tebqa: 1

Şehba: 1

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 8 hezar û 717 kesan, jê 331 kes mirine û hezar û 253 kes jî baş bûne.

(dx)