Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk xwe nêzî Misirê dike û Misir paşguh dike

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî dosyaya Sûriyê, têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Misirê û alzoiya Lubnanê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk xwe nêzî Misirê dike û Misir paşguh dike
9 adar, 2021   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

WELATIYÊN SÛRIYÊ LI SER NEXWEŞIYA EL-ESED Û HEVJÎNA WÎ BI KORONAYÊ, XWEDÎ NÊRÎNÊN CUDA NE

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Welatiyên Sûriyê li ser rastiya nexweşiya serokê Sûriyê Beşar El-Esed û hevjîna wî Esmaa El-Esed bi vîrusa Koronayê, xwedî nêrînên cuda ne. Di heman demê de Wezareta Tenduristiyê li ser zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusê li welêt hişyariyê dide.

Serokatiya Sûriyê ragihandibû ku El-Esed (55) û hevjîna wî Esmaa (45) piştî ku hin nîşaneyên sivik li wan xuya kirine, testa vîrusê çêkirine û test erênî derketiye. Hate diyarkirin ku rewşa wan baş e û dê karê xwe di karatînayê de heta du an 3 hefteyan dewam bikin.

Çalakvanên muxalîf gotin ragihandina agahiyên li ser nexweşiya El-Esed û hevjîna wî, di çarçoveya hemelya çapemeniyê ya beriya hilbijartinên serokatiyê de pêk tê. Alîgirên rejîmê jî ji axaftina wan şoq mane, nexasim ku Esmaa El-Esed berê jî bi nexweşiya penceşêrê ketibû.

Li gorî wezîrê tenduristiyê Hesen El-Xebaş, li Şamê dawiya meha borî 5 hezar dermanên vîrusê ji “welatekî dost” wergirtin û dan tîmên tenduristiyê yên têkoşîna li dijî vîrusê.

Hikumeta Sûriyê di Çileyê de ji bo tevlêbûna însyatîfa “Kovacs” bi rêya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê lihevkirinek îmze kiribû. Her wiha balyozxaneya Sûriyê li Moskovê meha borî ragihandibû ku Sûriyê ragihand ku wan bikaranîna dermanê “Sputnik-V” li xaka xwe erê kiriye.

Ji destpêka belavbûna vîrusê ve, li herêmên serweriya hikumetê 15 hezar û 981 kes bi covid-19 ketine, ji wan hezar û 63 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nêzî 8 hezar û 689 kes bi vîrusê ketine, ji wan 368 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li herêma Idlibê û herêmên bakur rojavayê wê yên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de ku bi sedan kampên bi penaberan tijî li wir hene, 21 hezar û 209 kes bi koronayê ketine, ji wan 623 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê pispor dibêjin ku “hejmar ji vê gelekî zêdetire.”

Wezareta Tenduristiyê di rojên borî de careke din li ser pêleke din a şewbê li welêt hişyarî dabû û bang li welatiyan kiribû ku tedbîrên pêwîst pêk bînin.

DEWLETA TIRK XWE NÊZÎ MISIRÊ DIKE, MISIR JÎ BÊDENG E

Rojnameya El-Ereb jî di hejmara xwe ya îro de behsa xwenêzîkkirina dewleta Tirk ji Misirê û daxuyaniyên wê kir û wiha nivîsî: “Nîşaneyên erênî yên dewleta Tirk ji bo Misirê zêdetir bûn. Ya herî sereke li ser zimanê wezîrê parastinê yê Tirkiy Hulusî Akar bû, ku şemiya borî diyar kir ku ew dikarin di demeke nêz de têkildarî sînorên deryayî, lihevkirinekê bi Misirê re pêk bînin.

Lê Qahîreyê hem di aliyê fermî de hem jî di aliyê gel de ev daxuyanî paşguh kirin û heman nêzîkatî li hemberî Enqereyê nîşan neda û bertekên wê di çarçoveya sernavên ne zelal û ne yekser de ma. Bi wê yekê xwest destpêkê bertekên wê di aliyê siyasî de nas bike û destwerdana Tirkiyê di kar û barên welatên Ereban de rawestîne.”

 LUBNAN BER BI TEVLÎHEVIYEKE ZÊDETIR VE DIÇE

Rojnameya El-Beyan jî diyar kir ku li gel xemsariya siyasî û rewşa civakî ya xirab, Lubnan ber bi tevlîheviyeke zêdetir ve diçe û wiha nivîsî: “Gelê Lubnanê hêvî dikir ku xewna guhertinê pêk bê, lê belê rayedarên welêt xemsar nêz bûn. Duh xwepêşandêran rêyên sereke li seranserê welêt û piraniya deriyên ketina paytext Beyrûtê girtin. Artêşê jî diyar kir ku ew bi azadiya nêrînê ya aştiyane re ne, lê belê wê rê nedin têkbirina îstiqrar û aştiya navxweyî.”

(cx)