Jinên enternasyonalîst: Pirrengiya di navbera jinên Rojava de çavkaniya hêzê ye

Jinên enternasyonalîst diyar kir ku pirrengiya di navbera jinên Rojava de bûye çavkaniya hêzeke mezin û têrê dike ku civakeke azad bê afirandin.

Jinên enternasyonalîst: Pirrengiya di navbera jinên Rojava de çavkaniya hêzê ye
9 adar, 2021   01:15
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelek guhartin di warê jinan de derketin, jinan bi têkoşîna xwe pêşengtî ji şoreşê re kirin.

Şoreş û têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî welatên cîhanê deng veda, bi wê re gelek şandeyên jinên enternasyonalîst berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku şoreşa jinan binasin.

Li Jinwarê (Gundê Jinan) ê girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê gelek jinên enternasyonalîst ji nasnameyên cuda hene û hewl didin têkoşîna jinên Kurd ji nêzîk ve nas bikin.

Ji jina enternasyonalîst Nûjîn Derya ku endama Akademiya Jineolojî ye ji 4 salan ve li Jinwar dimîne. Nûjîn Derya got roja 8`ê Adarê rojeke girîng û dîrokî ye, di vê rojê de jin li hev kom dibin da ku behsa têkoşîn û berxwedana xwe bikin, hemû awayên zilmê û tundiyê red bikin û bi rêya piştgiriya hevdu banga azadiyê bikin.

Nûjîn Derya, têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîneke mezin û gaveke ber bi rizgarkirina tevahî jinên cîhanê ve wesifand û wiha domand: " Di têkoşîna jinan de Jinwar xwedî girîngiyeke mezin e, jin li vir bi rêya rêxistinkirina aboriya xwe, jiyana xwe ya civakî û standina biryarên têkildarî jiyana rojane, jiyaneke komînal û hevbeş dijîn."

Nûjîn Derya destnîşan kir ku yek ji destkeftiyên ku jinan di pêvajoya şoreşa xwe ya Rojavayê Kurdistanê de pêk anîne, ew e ku bi rêya piştgiriya hev gav bi gav pêşket da ku civakeke azad ava bike.

Nûjîn Derya da zanîn ku tişta ku dihêle jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda bin pirrengiya wan e, ji ber ku jinên Kurd, Ereb, Suryan û Çerkes tê de hene û wiha pê de çû:"Qebûlkirina pirrengiya jinan bi yekitî û hevgirtina wan, têrê dike ku hêzeke mezin ji jinan were avakirin û ev jî jiyana ku ew dixwazin."

Têkoşîn Nûjiyan a ji Îtaliyayê bi bîr xist ku şahiya yekemîn a Roja Jinan a Cîhanê di  8`ê Adara 1908`an de bû û heta roja îro berdewam dike. Têkoşîn Nûjîn da zanîn ku li gundê Jinê ew rojane û 24 saetan ji bo jinan kar û xebatê dikin.

Têkoşîn Nûjiyan wiha got: "Li gundê Jinwar jinên ji herêmên cuda hene, her wiha zarok jî hene, jin gelek tiştên xweşik çêdikin û ji herêm û dîroka wan gelek tecrûbe hene û bi me re parve dikin."

Têkoşîn Nûjiyan di dawiyê de bang li hemû jinên cîhanê kir ku tê bikoşin û şer bikin û got: "Em ji bo têkoşînê hatine gundê Jinwar."

(eh)

ANHA