Berxwedana girtiyên siyasî 103 roj in ranewstiyaye

Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 103 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 82’yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 65’an de dewam dikin.

Berxwedana girtiyên siyasî 103 roj in ranewstiyaye
9 adar, 2021   06:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne di 27’ê Mijdara 2020'an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 21’emîn dewr girt, di roja 103’emîn de dewam dike.

MEXMÛR

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 82’yemîn de didome.

YEWNANISTAN

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 65'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.