Piştî 32 salên bêyî Mihemed Şêxo hîna jî hunera wî zindî ye

32 sal di ser koça dawîn a hunermend Mihemed Şêxo re bihorîn, lê ruxmî van salên dirêj jî gelê Kurd tu carî ew ji mejiyê xwe dernexist û ji bîr nekirin, ji ber ku Mihemed Şêxo bi berhemên xwe yên ku Kurd li ser piyan girt, bû sedem ku ew her tim di mejiyê civakê de zindî bimîne.

Piştî 32 salên bêyî Mihemed Şêxo hîna jî hunera wî zindî ye
9 adar, 2021   02:50
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Hunermend Mihemed Şêxo dema ku bi qirika xwe ya kurdî dibêje `Ay lê gulê gula minê` rastiya Kurdistanê tîne bala mirov. Bi strana xwe nîşan dide ku Kurdistana ku ji aliyê dijmin û  desthilatdaran ve hatiye mêtîngehkirin, rastî gelek komkujî û qirkirinan hatiye.

Hunermend Mihemed Şêxo di 1948`an de li gundê Xecokê yê girêdayî bajarê Qamişlo di nava malbateke xizan de ji dayik bûye, ruxmî xizaniyê û zilm û zordariyê jî Mihemed Şêxo bi eşqa xwe ya ji hunera Kurdî re xwe îsbat kiriye û mohra xwe li dîrokê xistiye.

TU CARÎ SERÎ NETEWAND

Piştî ku Mihemed Şêxo bîra dinyayê dibe, xwe bi welatparêzbûn û hişyarkirina gelê Kurd li ser girêdana bi huner û neteweya Kurd ve kir.

Mihmed Şêxo ji ber girêdana bi neteweya xwe ya Kurd û zindîgirtina hunera Kurdî re gelek caran ji aliyê hikumeta Şamê ve rastî zext û zordariyê hat. Mihmed Şêxo gelek caran ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye girtin û rastî gelek îşkenceyan hatiye. Di dema lêpirsînê de jî dema ku ji Şêxo hatiye xwestin ku dev ji huner û stranên kurdî berde, nehatiye qebûlkirin ku dev ji hunera Kurdî berde.

Mihmed Şêxo di 1970`î de diçe paytexta Lubnanê Beyrûtê. Li wir tevlî gelek şevbuhêrkên hunerî dibe û derdora 4 salan  li wir dimîne.

Ji Lubnanê du caran diçe paytexta Iraqê û stranên xwe tomar dike. Mihemed Şêxo di sala 1974`an de yekemîn albûma xwe li paytexta Sûriyê Şamê tomar dike, lê ji ber ku stranên wî bi zimanê kurdî ne hikumeta Şamê jê re astengiya derdixe.

Mihmed Şêxo derdora sala 1983`an vedigere bajarê Qamişlo. Lê hikumeta Şamê heta wê demê jî bi rêya istîxbaratên xwe zext û zordarî lê dikirin.

Ji ber ku Mihemed Şêxo ji aliyê rêjîma serwer ve her tim dihate hedefgirtin, gelek caran neçarî maye ku koçber bibe. Ev yek jî bûye sedem ku Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd û Ereb nas bike.

Hunermend Mihemed Şêxo her tim xwe di nava şoreşa gelê Kurd de hîs kiriye û di her kêliyê de bi azar, êş û derdên gelê xwe ve mijûl bûye. Ev yek jî ji stranên wî diyar dibe. Ruxmî hemû qedexeyên rejîma serdest jî tu carî serî netewand û her tim di pêşxistina stranên bi zimanê Kurdî û hunera Kurdî de îsrar kir.

Mihemed Şêxo piştî li hevkirina li gorî encamên lihevkirina Cezayirê ya 6`ê Adara 1975`an a di navbera Iraq û Îranê de, berê xwe dide bajarê Mahabad ê rojhilatê Kurdistanê û li wir albûma xwe ya duyemîn tomar dike.

MIROV BI RÊYA GOTIN Û DENGÊ WÎ ÊŞ Û DERDÊN GELÊ KURD NAS DIKE

Bêguman gelek hunermendên Kurd hene ku cihê xwe di dilê Kurdan de girtiye, lê Mihemed Şêxo bi şêwazê stranên xwe cihêwaz e. Dengê wî yê zelal, şêwazê wî ya lêdana tembûrê û awazên wî yên xweşik cihekî taybet di dilê hemû Kurdan de çêkiriye û heta niha jî zindî ye.

Mihmed Şêxo gelek awaz çêkirine û 22 helbestên helbestvanan weke stran gotine, her wiha bi denekekî xweş û bi hestên bilind bi gelek zaravayên Kurdî straye.

Mihemed Şêxo jî yek ji Kurdên ku di hundirê Kurdistana bindest de mezin bûye, êş û derdên Kurdan jiyan kirine û rastî zulm û hovîtiya serdestan hatiye. Ji ber vê yekê piraniya stranên wî yên xemgîniyê ne ku rastiya dijmin û azarên Kurdan rave dike.

9`ê Adarê salvegera wefata Mihemed Şêxo ya 32`yemîn e. Tevî derbasbûna ewqas sal jî Mihemed Şêxo hîn di dil û giyanê gelê xwe zindî ye. Heta niha rêjeya guhdarkirina stranên wî  di asteke bilind de ye. Stranê wî li ser zimanê her mirovekî Kurdperwer e.

SAL BI SAL HEZKIRINA JI MIHMED ŞÊXO RE BÊTIR DIBE

Hunermend, mamoste û hevalê hunermend Mihmed Şêxo Seed Ferso ku ji sala 1969`an ve wî nas dike û îro keç û xortên Kurd fêrî tembûrê dike diyar kir ku şopandina rêya Mihemed Şêxo jê re serbiliniyek e.

Ferso da zanîn ku beriya demekê televîzyoneke Tûnisî bi wî re hevdîtin çêkir da ku ji wan re li ser hunermend Mihemed Şêxo biaxive. Ferso ji bo wê got ku ev tê wê wateyê ku hunermend Mihemed Şêxo gelekî hatiye naskirin û wiha dewam kir: "Mihemed Şêxo ji bo gelê Kurd û gelek kesên din re bû dibistan, dema wefat kir bi hezaran keç û xortên Kurdan wêneyên wî bi sîngê xwe xistin û tevlî merasîma cenazeyê wî bûn."

Ferso da xuyakirin ku sal bi sal hezkirina wan ji Mihmed Şêxo re bêhtir dibe, ji ber gelek hurgiliyên yên mîna awaz û naveroka stranên wî, welatparêzî, deng û tembûra wî hene ku mirov jê hez bike.

Ferso destnîşan kir ku Mihmed Şêxo ji wan kesan bû ku gelek ji hevalên xwe û hunermendan hez dikir, her wiha hunermendekî civakî bû ango gelekî bi civaka xwe ve girêdayî bû û wiha domand: "Mihmed Şêxo ji dernediket derveyî xeta xwe ya neteweyî. Rojekê ji min re got `vexwendnameyek ji derveyî welat ji min re hatiye`, min jê re got wê vexwendnameyê qebûl bike ji bo kurdayetiyê. Ji min re got `ez ditirsim ku ew kes ne paqij bin, dibe ku ji bilî tiştên ku dibêjin tiştekî din derkeve.`

`BI STRANÊN XWE HIŞT KU CIVAK ZINDÎ BIMÎNE`

Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê derfet ji gelê Kurd re çêbû bi awayekî azad xwedî li çand û hunera xwe derkeve. Di nava şoreşê de gelek deste û navendên çand û hunerê hatin avakirin.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 2 navend bi navê Mihemed Şêxo vekirin. Têkildarî vê yekê hunermend û cîgirê hevserokatiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Daniş Botan diyar kir ku ji ber hunermend Mihemed Şêxo di milê xebatên parastina çanda civakê de, hunermendekî xwedî helwest û sekneke bilind bû me navend li ser navê wî vekirin. Botan xuya kir ku hunermend Mihemed Şêxo di aliyê hişyarkirina gelê Kurd de rola xwe lîst û wiha got: "Mihemed Şêxo bi stranên xwe hîşt ku civak li ser piyan û zindî bimîne."

Botan destnîşan kir ku ji bo mayîndekirina nav û dengê hunermend Mihemed Şêxo wan navê Mihemed Şêxo li navendan kiriye û wiha got: "Heta roja îro em li dû şopa Mihemed Şêxo ne."

‘EM HEWL DIDIN KU EM XEWNÊN WÎ PÊK BÎNIN’

Botan wiha dewam kir: "Yek ji hêviyên ku pêk hatine ew e ku zarokên bi temenê 8 salî stranên wî yê bi navê `Ay lê gulê` dibêjin û heta ew stran li ser zimanê zarokên 6 salî ye jî. Ev yek tê wê wateyê ku xewn û xeyalên Mihemed Şêxo pêk tên."

Danîş Botan destnîşan kir ku wan kargeheke ji bo çêkirina tembûran jî vekiriye û wiha domand: "Hunermend Mihemed Şêxo hezkiriyê tembûrê bû, ji ber vê yekê me ew kargeh vekir, her wiha hîna jî em hewl didin ku xewn û xeyalên wî pêk bînin.”

Hunermend Mihemed Şêxo di 6`ê Adara 1989`an de di encama krîza dil de nexweş dibe û di 9`ê heman mehê de li bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest dide. Mihemed Şêxo ji bo gelê xwe 120 stran li pey xwe hîştin.

ANHA