Rayedarekî Îranê: Em hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Iraqê red dikin

Alîkarê Taybet ê Serokê Parlementoya Îranê yê Karûbarên Navneteweyî, Hisên Emîr Abd El-Lhyan piştrast kir ku welatê wî hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Iraqê red dike.

Rayedarekî Îranê: Em hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Iraqê red dikin
9 adar, 2021   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Abd El-Lhyan ji ajansa Sputnik ya rûsî re got: "Ruxmî ku em ne bawer in ku dixwaze li vir fireh bibe, em hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Iraqê napejirînin."

Dewleta Tirk û Îranê dixwazin bandor û dagirkeriya xwe li Iraqê û dewletên din ên herêmê di nav de Sûriyê mayînde bikin.

 (dx)