Kanaleke Îsraîlê: Netanyahu dê normalîzekirina têkiliyên bi dewleteke erebî re ragihîne

Kanaleke Îsraîlê eşkere kir ku serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu amadekariyên ragihandina normalîzekirina têkiliyên bi dewleteke erebî "girîng" re dike.

Kanaleke Îsraîlê: Netanyahu dê normalîzekirina têkiliyên bi dewleteke erebî re ragihîne
8 adar, 2021   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanalê, Netanyahu bi telefonê bi serokên cîhana erebî re axivî.

Kanalê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwe ragihand ku Netanyahu agahî daye dost û taximên xwe yên nivîsgehê ku xwe ji ragihandina peymanên aştiyê yên nû yên bi dewleteke erebî re amade bikin û wê bi girîng wesif kir.

Kanalê da xuyakirin ku wan agahî ji çavkaniyên Nivîsgeha Serokê Hikumeta Îsraîlê Netanyahu wergirtine.

(eh)