QSD`ê bersiva gotegotên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê da

Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê da zanîn ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ên têkildarî şehadeta 7 şervanên wan, ne rast in.

QSD`ê bersiva gotegotên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê da
8 adar, 2021   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî gotegotên dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniyeke nivîskî da.

QSD’ê di daxuyaniya xwe bal kişand ser îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî şehadeta 7 şervanên wan û wiha da zanîn:

"Di rojên 4-5-7’ê Adarê de ji aliye Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ve li ser hesabên xwe yên fermî têkildarî li herêmê (bi navê Mertalê Firatê) hîn nûçe belav kirin. Nûçeya ku wekî 7 şervanên me şehîd xistine, ne rast e. Her wiha dibêjin ku wesayîteke teqemenî lê barkirî, bê bandor kirine. Ev bûyerên ku tên gotin, tu rastiya wan nîn e.

Artêşa Tirk a dagirker bi van nûçeyan dixwaze êrişên xwe yên li herêmê rewa bike. Gelê me û raya giştî divê bi van nûçeyan bawer neke.”