Kongreya Star li Şamê 8`ê Adarê pîroz kir

Jinên li taxa Zorava ya Şamê 8`ê Adarê bi şahiyekê pîroz kir.

Kongreya Star li Şamê 8`ê Adarê pîroz kir
8 adar, 2021   12:58
ŞAM

Şahî li Qada Şehîdan a taxa Zorava li dar ket. Bi dehan jinên taxê bi cil û bergên gelêrî tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama rêveber a Kongreya Star Berçem Yusif axivî û 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir.  Berçem di axaftina xwe de piştrast kir ku divê 8`ê Adarê bibe bingeha bidawîkirina tundiya li dijî jinan û rawestandina çewisandina ku li dijî wan tê kirin, da ku civakek li ser bingeha edalet û wekheviyê were avakirin.

Berçem pêwîstiya hevgirtinê ya li hemberî dagirkeriya Tirk û rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî ji destê çeteyan û dewleta Tirk piştrast kir.

Endama Kongreya Star Şevîn Silo axivî û fedakariyên jinan û têkoşîna wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo azadkirina jinan û civakê ji terorê û zîhniyeta mêran bi bîr xistin. Şevîn bal kişand ser destkeftiyên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bang li jinan kir ku têkoşînê mezin bikin û rola ya pêşeng ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng bilîzin.

Di şahiyê de komên hunerî berhemên xwe pêşandan û jinan govend li ber stranan gerand.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XRQ8bHh6qCs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>