El-Esed û hevsera wî bi koronayê ketin

Serokatiya hikumeta Şamê ragihand ku serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed û hevjîna wî EsmaEl-Esed bi vîrusa koronayê ketine.

El-Esed û hevsera wî bi koronayê ketin
8 adar, 2021   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya hikumeta Şamê di daxuyaniya xwe de got: "Serok Beşar El-Esed û Esma El-Esed testa PCR çêkir û diyar bû ku her du jî bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine. Lê rewşa her duyan jî baş e."

Serokatiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku El-Esed û hevsera wî dê xebatên xwe 2 hefteyan di karantînayê de berdewam bikin.

(şx)