Li Reqayê çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê

Bi boneya 8'ê Adarê û bi dirûşmeya "Meşa Hind û Seida meşa me ye û soza wan soza me ye" komîteyên jinan ên saziyên sivîl baxçeyê zarokan û kargehek dirûtinê vekir her wiha şahiyek ji mamostayên Reqayê re hat lidarxistin.

Li Reqayê çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê
Li Reqayê çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê
Li Reqayê çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê
Li Reqayê çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê
Li Reqayê çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê
7 adar, 2021   14:57
REQA

Komîteyên jinan ên saziyên sivîl ên Reqayê bi armanca piştgirîkirina dayikan baxçeyeke zarokan bi navê " Baxçeyê Kêfxweşiyê yê Nimûne" vekir.

Endamên nivîsgeh û komîteyên jinan ên saziyên sivîl, mamosteyên baxçeyê û malbatên zarokan beşdarî şahiya vekirinê bûn.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Zehra El-Mirî vekirina baxçeyê li zarokên Reqayê pîroz kir, her wiha 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir.

Navend ji aliyê endama Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê Nadya El-Yûnis ve hat vekirin.

VEKİRİNA KARGEHA DİRÛTİNÊ

Di heman çarçoveyê de, Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê bi armanca piştgiriya jin di milê aborî de, kargeheke dirûtinê bi navê "Jina Firartê" li taxa El-Qîtar ya bakurê bajêr vekir.

Nûnerên Şaredariya Gel a Reqayê, endamên Nivîsgeha Jin a Saziyên Sivîl û meclisên herêmî beşdarî şahiya vekirina kargehê bûn.

ŞAHİYAK Jİ MAMOSTEYAN RE

Bi heman armancê şahiyek ji mamosteyên dibistana El-Bihturî re hat lidaxistin.

Di şahiyê de xwendekarên dibistanê gelek stranên gelêrî û şanoyên ku rastiya jinê xuya dikin, pêşkêş kirin.

Şahî bi stranan bi dawî bû.

(dx)

ANHA