Li Minbicê Jinan bi coş 8'ê Adarê pîroz kir

Jinên bajar û gundewarê Minbicê bi şahiyekî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û baga hevgirtinê li tevahî jinên cîhanê kir.

Li Minbicê Jinan bi coş 8'ê Adarê pîroz kir
Li Minbicê Jinan bi coş 8'ê Adarê pîroz kir
Li Minbicê Jinan bi coş 8'ê Adarê pîroz kir
Li Minbicê Jinan bi coş 8'ê Adarê pîroz kir
Li Minbicê Jinan bi coş 8'ê Adarê pîroz kir
Li Minbicê Jinan bi coş 8'ê Adarê pîroz kir
Li Minbicê Jinan bi coş 8'ê Adarê pîroz kir
7 adar, 2021   16:05
MINBIC

Şahî bi diruşma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" li gundê Toq Xelîl ê başûrê rojavayê bajarê Minbicê hate lidarxistinn, bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdarî şahiyê bûn.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê jinên Minbicê Zehîda Îshaq bi ziman çerkesî, bi navê pêkhateya Tirkman Hena Mihemed, bi zimanê kurdî Bêrîvan Derwîş û bi zimanê erebî Ezab Ebûd axivîn.

/ar/uploads/files/2021/03/07/142652_nyrwz-slyman.webp

Di axaftinan de Roja Jinan a Cîhanê li jinên Minbic û tevahî jinên cîhanê hate pîrozkirin û hate gotin ku 8'ê Adarê roja pîrozkirina serekftinên jinan û lehengiya wan û îsbata rola wan dîrokî ye.

Her wiha hate gotin: "Pêkanîna wekheviyê di navbera her du zayendan de tu dewletê hîna pêk neaniye, lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan berdêlên mezin dan û di şerê li dijî terorê pêşengtî kir. Serekftinên ku hatine qezenckirin ne ji valahiyekê hatin, lê berhemên ked û vîneke mezin a jinan e."

Bi navê Meclisa Jinan a Leşkerî ya Minbicê Amara Îbrahîm jî got: "Bi rihê jina têkoşer a azad, jin li hemberî zilmê sekinîn û zincîrên koletiyê şikandin, jin êdî bi israra serkeftinê dîroka xwe ya pîroz dinîvisînin. Em li vir sekina serferziyê sekinîn ne, em destê xwe bixin destê tevahî jinên cîhanê, bi taybet jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Piştî axaftinan, ji Koma Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê hunermend Nîroz Silêman, Koma Pêkhateyên Minbicê û Koma Goran a Kobanê stran pêşkêş kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê govendên folklorî, jina ciwan a bi navê Zeyneb Îshaq a stranên çerkesî û Koma Botan a govendên tirkmanî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên folklorî bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2XCshikz27c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>