Peymanên 8'ê Adarê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Ji çar aliyên cîhanê rêxistinên jin, akademîsyen û dostên gelê Kurd 8'ê Adarê Roja Jinan Cîhanê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cihê şoreşa jin, pîroz kirin.

Peymanên 8'ê Adarê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
6 adar, 2021   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Şopandina Jîngehê ji Afrîkaya Başûr got: "Têkoşîna we ya li Rojava ji bo jinên li çar aliyên cîhanê çavkaniyek îlhama bêdawî ye û em pir bandor dibin wexta em dibînin ku xwişkên me li ber xwe didin û şer dikin."

Ji Tora Şîfakirina Kevneşopî ya Femînîzma Civaka Axî ya jinên Işimuelo ji Guatemala, silav û

enerjî ji parzemîna gelên xwecihî Abya Yala dişînin.

Ji Xwişkên Reşik ên Britanya got:"Em bi we re ne di têkoşîna we ya ji bo azadî û bi wêrek, ji ber ku heya Rajava hebe hêvî jî heye."

Jinên ji Asuncion, Paraguay: "Li Amerîkaya Latîn çira hêviyê heye û ew çira Şoreşa Rojava ye."

Jinên gelê xwecihî ya Naza li welatê Kolumbiya got: "Divê em mîras û bîranîna têkoşîna rêhevalên ku jiyana xwe ji dest dan ku em navên wan dizanin, lê yê nizanin jî her roj xwedî derkevin."

Kolektîva Desde El- Margen li Ekwador 8'ê Adarê li  jinên li Rojava pîroz kir û got, şoreşa jin tovek e ku şîn dibe û xwe belav dike û hêvî dide.

Rêxistina Jinên Azad a bajarê Madrid ê Spanya 8'ê Adarê pîroz kir û hêvî kir ku heremên ku hatin dagirkirin bi hêza jinê werin rizgarkirin.

Komîteya Jin Rojava Diparêze ji Brîtanya got: " Em têkoşîna we wekî tekoşîna xwe jî dibînin. Ji xwişkên xwe yên ku ji bo demokrasî, azadiya jin û ekolojiyê têdikoşin re silav, hezkirin û hêzê dişînin."

Komîteya Jin Rojava Diparêzên li Madrid bi alên Kongra Star, Tevgera Jin Kurd li Ewropa û

YPJ'ê di kolanên Madrid de nameya xwe ya piştgiriyê şandin û hemû jinên ku jiyana xwe di tekoşîna azadiya jinê de ji dest dan bi bîr anîn.

Jinên Îtalya di nameya xwe de gotin: "Em dixwazin vê 8'ê Adarê diyarî Sakine, Leyla,

Fîdan, Hevrîn Xalef, Barîn Kobanê û hemî jinên din ên ku ji hêla rejîma Tirk ve bi sîstematîk hatine şehîdxistin pîroz  bikin."

Rete jin ji Milano ya Îtalya got: "Têkoşîna li hemberî qirkirinê divê her roj were meşandin, wek mînaka jinên Kurd ku her roj têkoşîn dikin. Ew dibêjin ku mixabin derfeta wan tune bû werin Rojava û me bi şexsî nas bikin, lê ew di meydanên bajarê xwe de xwe rêxistin bikin".

Çalakvanên ji bo mafên kedkaran li Îtalya silavên xwe şandin û gotin, têkoşîna jinên Rojava îlhamê dide wan.

Megan lêkolîner û aktîvîsta ji USA behsa şoreşa jinan û jinên li herêmê kir û got: "Ev şoreşek

rastîn e, ev jin şoreşgerên rastîn in û guman tune ku ev ji cîhanê re wek mînakek e."

Her wiha ji ber sedema rewşa şewba korona û destur nedayîna hikumeta herêma Başurê Kurdistanê şandeyek jinên Rojhilata Navîn û Kurdîstanê nekarîn îro bi gel me pîrozbahiya 8’ê Adarê amede bin.

Ji Başûrê Kurdistanê nûnerên Partiya Goran, nûnerên Yekitiya Jinan, Serokê Şarederiya Bajarê Helebçe ya Başûrê Kurdistanê û dîsa ji Halebçe jinên çalakvan, nûnertiya HDP'ê li Hewlerê, Nûnertiya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), nûneratiya Rêxistina Jinên Azadiyê Kurdistanê (RJAK), nûnertiyaa Tevgera Azadî ya Kurdistanê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Başurê Kurdistanê,  her wiha ji Rojhilata Navîn ji Iraqê çalakvanê jin Maha Hamit Rehîm, Ji Lubnanê çalakvana jin Lona Mihemed Mîşêl, Delal Bûstanî endama kombûna jinên demoqiratîk, parêzer û lêkolîner Sefiya Zaza, Ji Misirê rojnemevan Wela Ebû Stît û akedemisyena jin Mêrvet Emarî, 8’ê Adar’ê ya jinên Bakur û Rojhilatê Surî û Rojava pîroz dikin.

ANHA