Jinên Girê Spî 8`ê Adarê pîroz kir

Jinên gundewarên kantona Girê Spî Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de çanda herêmê hate nîşandan.

Jinên Girê Spî 8`ê Adarê pîroz kir
Jinên Girê Spî 8`ê Adarê pîroz kir
Jinên Girê Spî 8`ê Adarê pîroz kir
Jinên Girê Spî 8`ê Adarê pîroz kir
Jinên Girê Spî 8`ê Adarê pîroz kir
7 adar, 2021   17:36
EYN ÎSA

Kongreya Star a kantona Girê Spî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, şahiyek li gundê Derb Hesen a girêdayî bajarokê El-Cirin orgenîze kir. Bi sedan jinên gundewarên kantona Girê Spî , navçeya Eyn Îsayê û şêniyên gundên derdorê tev li şahiyê bûn.

Jinên gundewarên kantona Girê Spî di şahiyê de xwarinên gelerî amade kir, genim bi destarê hêrandin û hirî ristin, her wiha stranên ji mîrateyên herêmê pêşkêş kirin.

Di şahiyê de Endama Rêveber a Kongreya Star Xilûd El-Cedûi axivî û Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir.

/ar/uploads/files/2021/03/07/155640_khlwd-aljdwa.webp

Xilûd El-Cedûi diyar kir ku Şoreşa Rojava ya bi pêşengtiya jinan, di hemû qadan de serkeftinên mezin ji bo jinên tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Beriya niha jin ji aliyê desthilatên diktator û hişmendiya mêrên desthilat ve hatibûn paşguhkirin.

Dûvre jinan xwarinên ku Girê Spî pê tê naskirin amade kirin û pêşkêşî beşdaran kirin.

Şahî bi sloganên silavkirina jinan bi dawî bû.

(eh)

ANHA