Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê: Êdî zilma li jinan nayê qebûlkirin

Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê piştrast kir ku YPJ û YJŞ ji tevahiya azadîxwazên cîhanê re bûne mînak got “Zilma li jinan û bêparhiştina wan ji mafên xwezayî û hêviyên wan, êdî nayê qebûlkirin û ev yek li dijî xwezaya mirovahiyê ye.”

Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê: Êdî zilma li jinan nayê qebûlkirin
8 adar, 2021   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê daxuyaniyek da û ev cejn li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û got: “Wek civaka êzidî em serbilind in ku me girîngiya rola jinan di civaka xwe de bi rêya ola êzdayetî parast ku xweza ji xwe re kiriye bingeh.”

Daxuyanî wiha ye:

 “Cîhan her sal ji ber ku di rola girîng a jinan ji bo mirovahiyê gihîştiye û li ser bingeha îtîrafkirina bi zilma ku li ser jinan tê meşandin, 8`ê Adarê pîroz dike. Ev yek careke din balê dikişîne ser dozên jiyanî û çarenûsî yên jinan û rolekê di pêşxistina zanista mirov û mekanîzmaya parastina jinan de di tevahiya warên jiyanê de dilîze.

Zilma li jinan û bêparhiştina wan ji mafên xwezayî di pejirandina rêbaza jiyanê, êdî nayên qebûlkirin û li dijî xwezaya mirovayê heye ku bi rola jinan dest pê kir. Lê ji ber zordestiya zîhniyeta mêran, jinan hêdî hêdî rola xwe di xwezayê de winda kir û bûn beşek ji mîrasa mêran.

Wek gelê êzidî yê ku girîngiya rola jinan di civaka xwe de bi rêya sincên ola êzdayetî ya ku xweza ji xwe re kiriye bingeh, parast. Ruxmî ku civaka me ji derdorê ve rastî gelek astengiyan û gelek adetên dûrî vê civakê derbasî wê bûn jî, lê jin bi rola xwe rabûn û rê li pêşiya mêran vekir ku bi rola xwe rabin. Divê di zûtirîn demê de em ji van adetên ku bandor hem li jinan û hem li mêran kirine, xilas bibin.

Jinên êzidî yên kedkar xema welatê xwe xwar û bi lehengî mafên xwe û mafên gelê xwe parastin ruxmî ku barên wê ji yên jinên din girantir in. Di heman demê de divê welatê xwe biparêze, nifşekî cesûr ava bike û tovên çand û zimanê dayikê di wan de biçîne. Jinan jî di dirêjahiya dîrokê de îsbat kir ku xwedî vîn û israr in da ku vê yekê pêk bînin.

Em tevahiya jinên li ser rûyê vê erdê bi 8`ê Adarê pîroz dikin bi taybet jinên Kurdistanê yên ku ji tevahiya jinên li cîhanê re bûne mînakek ku cihê xwe di têkoşîna welatê xwe de bigire da ku mafên xwe yên adil bi dest bixin. Lê wan asta parastina welatê xwe derbas kir û mirovahî ji hovtirîn rêxistinên terorîst ên li cîhanê DAIŞ`ê parast. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û YJŞ ji bo azadîxwazên cîhanê cihê serfirazî û serbilindiyê ne. Xwe bi rêxistin kirin û bi roleke pêşeng ku layiqî jinan û rastiya edaleta civakî ya gelê me rave dike, rabûn.”

(şx)