Peyama pîrozbahiya Reqayê: Pêwîstiya şoreşa jinan bi fedakariyên mezin heye

Jinên ku di pîrozbahiya Reqayê de axivîn, destnîşan kir ku pêwîstiya şoreşa jinan bi fedakariyên mezin heye û got: "Divê em jin feraseta berxwedan, têkoşîn û fedakariyê ji xwe re esas bigirin da ku em jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn azad bikin. Pêkanîna şoreşê bêyî pêşengiya jinan ne pêkan e."

Peyama pîrozbahiya Reqayê: Pêwîstiya şoreşa jinan bi fedakariyên mezin heye
Peyama pîrozbahiya Reqayê: Pêwîstiya şoreşa jinan bi fedakariyên mezin heye
Peyama pîrozbahiya Reqayê: Pêwîstiya şoreşa jinan bi fedakariyên mezin heye
Peyama pîrozbahiya Reqayê: Pêwîstiya şoreşa jinan bi fedakariyên mezin heye
Peyama pîrozbahiya Reqayê: Pêwîstiya şoreşa jinan bi fedakariyên mezin heye
Peyama pîrozbahiya Reqayê: Pêwîstiya şoreşa jinan bi fedakariyên mezin heye
8 adar, 2021   12:56
REQA

Pîrozbahiya Reqayê bi dirûşma "Rêwîtiya Seîda û Hind rêwîtiya me ye, soza wan soza me ye" hate lidarxistin û bi jinên ji Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen bi cilên xwe yên folklorîk beşdar bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên silavkirina têkoşîna jinan, hate xemilandin.

Di destpêka pîrozbahiyê de, endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseyne Ebdu û Xilûd El-Îsa axivîn û ev roj li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û got: "Ev sala 3`yemîn e ku em roja jinan pîroz dikin."

Her wiha bi navê herêmên rizgarkirî cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûr El-Hamid wiha axivî: "Em îro, wekî jinên herêmên rizgarkirî Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Ji ber ku di hemû aliyan de me destkeftî bi dest xistin. Ew yek bi saya şoreşa jinan pêk hat ku çirûska wê ji paytexta berxwedanê Kobanê dest pê kir û ji wir me dest bi rizgarkirina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir."

Nûr diyar kir ku heke jin pêşengiyê nekin ne pêkan e ku şoreş bi ser bikevin û wiha domand: "Ji ber ku jin jiyan û bihar e. Ew li edalet û wekheviyê di nava hemû ferdên civakê de digerin. Tiştên ku jinan bi dest xistine, bi saya fîlozof û ronakbîr rêber Abdullah Ocalan e.

Ji lew re divê em hemû jin feraseta berxwedan, têkoşîn û fedakariyê ji xwe re esas bigirin da ku hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn azad bikin."

Bi navê Kongreya Star a herêma Cizîrê jî Remziye Mihemed axivî û diyar kir ku jin bûne meşeleya berxwedan û îradeyê û wiha domand: "Ji ber ku jin şoreşeke bêhempa bi rê ve dibin. Şoreşa guhertinê û derbasbûna ji civakeke serwer ber bi civakeke azad û demokratîk ve."

Remziye Mihemed destnîşan kir ku pêwîstiya şoreşa jinan bi fedakariyên mezin heye û tekez kir ku dê îradeya xwe xurttir bikin û têkoşîna xwe bilindtir bikin da ku hemû rojan bikin cejna jinan.

Piştî axaftinan, stran û govend hatin pêşandan. Her wiha şanoyek ji aliyê koma Minbicê ve hate pêşkêşkirin.

Pîrozbahî bi stranên gelêrî dewam dike.

(cx)

ANHA