ꞌ8`ê Adarê rastiya wan jinan e ku li azadiya xwe digerin'

Jinên di pîrozbahiya 8`ê Adarê de axivîn, 8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got jin li ku derê bin, azadî li wir e û jinên Kurd têkoşîn û berxwedana xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kirin.

ꞌ8`ê Adarê rastiya wan jinan e ku li azadiya xwe digerin'
8 adar, 2021   11:44
HESEKÊ

Pîrozbahiya Roja Jinan a Cîhanê ya bajarê Hesekê li rojavayê bajêr tê lidarxistin û bi sedan jinên kantonê tê beşdar bûne. Di pîrozbahiyê de bi navê Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Elbîn Harûn got: "Em 8`ê Adarê li rêber Abdullah Ocalan, li hemû şehîdên şoreşê û li hemû jinên cîhanê û beşdaran pîroz dikin."

Elbîn diyar kir ku 8`ê Adarê rastiya jinan e ku li gorî fikr û felsefeya xwe li azadiyê digerin e û got: "Em fêr bûn ji bo azadiya xwe tê bikoşin. Ev çend sal e em li ser vê xakê li ber xwe didin."

Elbîn her wiha destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû cîhanê re îsbat kir ku jin li ku bin, azadî li wir e û wiha domand: "Da ku em hebûn û azadiya xwe îsbat bikin, divê em li ser fikr û felsefeya rêber Ocalan bijîn."

Elbîn Harûn di dawiya axaftina xwe de soza berxwedanê heta pêkanîna azadiya jinan dubare kir.

Pîrzobahiya 8`ê Adarê ya li Hesekê bi pêşandanên hunerî û folklorîk dewam dike.

DIRBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mpACRzJTN4Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Vê sibehê, li geraca navçeya Dibêsiyê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîrozbahiyê dest pê kir û bi sedan jin û şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Di pîrozbahiyê de, bi navê Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk a navçeya Dirbêsiyê Zehra Simo axivî û 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, şervanên YPJ`ê û hemû şehîdên di oxira azadiya jinan de xwe feda kirine, pîroz kir.

Zehra diyar kir ku 8`ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê rojeke girîng e ji ber ku wekî vê rojê jinan ji bo bidestxistina mafên xwe û pêkanîna wekheviyê, serî hilda.

Zehra destnîşan kir ku jinên Kurd têkoşîn û berxwedana xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kir û ji wan re bû nimûne. Her wiha Zehra got jinên Kurd di dîrokê de her tim di hemû aliyan de tê koşiyane û li dijî zîhniyeta baviksalar li ber xwe daye.

Zehra di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku heta pêkanîna azadiyê ji bo hemû jinên cîhanê, dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Pîrozbahî bi axaftina fermandara YPJ`ê Viyan Dirbêsiyê dewam dike.

(cx)

ANHA