YJŞ: Heta afirandin û parastina jiyaneke azad wê têkoşîna me bidome

Fermandariya YJŞ’ê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da û got: " Ji bo gel û jinên Şengalê heta afirandin û parastina jiyaneke azad wê têkoşîna me bidome. Ev ji armancên me yên sereke ye."

YJŞ: Heta afirandin û parastina jiyaneke azad wê têkoşîna me bidome
6 adar, 2021   21:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û got:"Dema ku jin li hember pergala desthilatdarî ya zilamsalarî têkoşîn dikin divê ji xwe bawer bin û divê jinên gelê Şengalê baş bizanibin ku li kîjan aliyê cîhanê dibe bila bibe YJŞ wê tu carî wan bi tenê nehêle."

YJŞ’ê di destpêka daxuyaniyê de şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got: “8’ê Adara sala 2021’an weke dema em tê de derbas dibin sedsalên qederê sembolîze û diyar dike. Em hemû hevalên xwe ên şehîd ên di van rojên şerê azadiyê yê nû em gihîştinê de ku li kêleka me meşiyane û rê nîşanê me dane bi hemû hezkirinên xwe bi bîr tînîn û bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Em spasiyên xwe pêşkêşî rêber Apo û milîtanên wî ku zanista 8’ê Adarê di kesayeta me de afirandiye û di heman demê de em gerilayên YJA-STAR ku li çiyê têkoşîn dikin, jinên li Rojavayê Kurdistanê ku asta hêz û têkoşeriya jinê li ser bingehê YPJ’ê nîşanî tevayî cihanê daye, têkoşerên zîndanan û tevahiya jinên ku li her qadê cîhanê têkoşîn didin meşandin silav dikin.”

YJŞ’ê diyar kir ku hêzên desthilat şewbê ji bo xwe weke fersend dibînin ku jinê di mal de girtî bihêlin û got: “Pergala hişmendiya qirker, dagirker û hevkar, çînî, zayendî û netewperest ji bo pêşîgirtina îdeaya sedsala 21’emin ku dibe îdeaya azadiyê hewl dide rê veke û vê bigehîne armancê. Gel, bi xistina nava hemû gengeşiyê di serî de fikre azadiya jin tesfiye û înkara wê ferz dike. Dixwazin bi navê nexweşiyên weke pandemî û Covîd 19 ku ji aliyê moderniteya kapîtalîst ve hate afirandin jinan di malê de girtî bihêlin. Di van her du salên dawiyê de bi navê nexweşiyan, jinên ku dixwestin di malan de girtî bihêlin, destkeftiyên ku bi têkoşîna xwe bi dest xistine ji dest bigirin; ji ser bedena jinê mafdîtinê hetanî tevlîbûyîna hilberînê û sûcên îstîsmara zayendî ya ku zêde dibe em vê fam dikin.”

YJŞ’ê bal kişand li ser pêngava ‘Bi dawîanîna qirkirina jinê, dema parastina civak û jina azad e û wiha domand, “Pêngava ‘Bidawîanîna qirkirina jinê, dema parastina civak û jina azad e’ pêwîstiya herî bingehîn a jina ku hebûna xwe parastine û xweparastinê dike armanc e. Her wiha armanca herî mezin a rastiya pergala zilamsalarî ji bo were derbaskirin dike armanc. Aktîf beşdarbûna jînê ya çalakiyên jinûde afirandina azadî û wekheviya neteweyekê, ji serkeftina wê netewê ye. Di rastiya jina Kurd û Êzidî de ev yek şênber bû.”

‘XETA KU CIVAKÊ AZAD BIKE XETA AZADÎ Û RÊXISTINBÛNA JINÊ YE’

YJŞ’ê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye û got, “Em şervan û komîteya artêşa jinên Êzidî YJŞ, bi temaşekirina jinê di zanista afirandina çareseriyê ya ji pirsgirêkên zayendî heta pirsgirêkên netewî, polîtîk, aborî, civakî û çandî de ne. Her wiha di zanista xeta têkoşîna jinê ya nava civakê de pêşxistinê tîne. Em soza mezinkirina vê yekê didin. Xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye. Ya ku civaka Êzidî jî azad bike têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên ku li derdorê YJŞ’ê xwe birêxistin dikin û jinên di nava YJŞ’ê de cîh digirin e. Di heman demê de têkoşîna bi pêşengiya gerîlayên YJA-STAR’ê ya li Heftanînê asta têkoşîna jinê careke din şênber kir. Me cardin di şexsê şehîdên Garê de dît ku bi têkoşîna li hemberî hişmendiya zilamsalarî, qirker û desthilatdariyê çawa bi erdê ve kir yek û hate hilweşandin. Dema me weke jinên Êzidî li hemberî îxanet û hevkarê herêmî liberxwe dida me şervanên YPJ’ê ji bo xwe mînak girt. Ger ku her çiqasî dîroka me ya têkoşînê weke fermana 3’yê Tebaxa 2014’an pêşketibe jî em di ferqa kûraniya zanista wê têkoşînê de ne. Em soza xwe ya tolhildana hemû fermana bi wesileya 8’ê Adarê dûbare dikin. Weke jinên Êzidî li hemberî bi dehan fermana me dest ji çand û baweriya xwe bernedaye û bila dijminê me jî baş bizanibe ev êriş israra hebûn, kûraniya zanista dîrokê û rêxistinbûyînekê bi wate tîne.”

Berdewamiya daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:

 “Me jinên Êzidî bi nebûnê û bi hejmarê kêm dest bi têkoşînê kir. Pergala zilamsalarî ya qirker û dewletî bi navê DAIŞ’ê ku xwestin tevahî qadên me yên jiyanê tune bikin, ji me bi hezaran kirin kole, di bazarên mirovan de xistin bazarê; cardin ji me bi hezaran qetilkirin û bi deh hezaran ji xaka xwe dûr kirin. Em birînên xwe yên kûr hem jî pir kûr ku dermankirina wan berdewam dike û me ferq kir ku pirsgirêka zayendî ya cîhanê jî weke hebûn tunebûnê, kole yan ji azadiyê de di navbera du xalên balkêş de jiyana xwe berdewam dike, em jî dibin ferdek ê wê netewa jinê. Em jinên YJŞ; Li hemberî tecawîz û qirkirina jinê ya ku dibe polîtîkayeke ya pergala desthilatdarî ya şêwazê kapîtalîstê çî ji bi rantçiya şer divê em dengê xwe hîn zêdetir bilind bikin û dengê tevahî jinan ê heyî em bikin yek.

Ji bo kuştina bi navê namûsê ya paşverû û her cûre kuştina jinê em ê bêjîn êdî wê bisekine.

Ji bo gel û jinên Şengalê heta afirandin û parastina jiyaneke azad wê têkoşîna me bidome. Ev ji armancên me yên sereke ye. Cardin heta yek ji hemwelatiyê me ku ji walatê xwe hate dûrxistin û kirine kole ma be, her wiha heta ku hêviyên jiyaneke azad û wekhev em bi jiyanî nekin wê şerê me berdewam bike.

Li ser vî esasî ji Şengalê ketina rê ji bo jinên Kurd-Ereb û avakirina bingehê jiyaneke azad a gelên Iraqê em ê têbikoşin.

Di aliyê têkoşîna azadiya jinê de êdî xala herî girîng û stratejîk perwerdekirina jinê, vegerandina cewherê wê, li hemberî pergalê parastin, li hemberî pergalê bertek girtin û berfirehkirina zanista parastinê ye û ev tevnê parastinê yê ku hatine berfirehkirin divê em kordîne û têkiliya wan pêk bînîn. Hêza jinê ya parastina cewherî ku bi sedsalan e nehatiye birêxistinkirin divê bi hêrsa wê em tevnê parastina cewherî ava bikin. Ji bo azadiya me jina parastina cewherî xistina nava hemû hûcreyên civakê û berfireh kirin di girîngiya jiyanê de ye. Em YJŞ bi îdeane û me seknekê bi hêz daniye holê ku em ê vê sekna xwe berdewam jî bikin. Jin û gelên Şengalê êdî ji YJŞ’ê bawerî û hêz digire. Dema ku jin li hember pergala desthilatdarî ya zilamsalarî têkoşîn dikin divê ji xwe bawer bin û divê jinên gelê Şengalê baş bizanibin ku li kîjan aliyê cîhanê dibe bila bibe YJŞ wê tu carî wan bi tenê nehêle.

Bi feraseta rêber Apo ya ‘Jina şer dike xweşik dibe, jina xweşik dibe tê hezkirin’ ji bo me diyar kir û em ji gerilayên YJA STAR’ê fêrî xweşikbûn û azadiya jinê bûn. Jinên ku di kozikan de her wextê şerê azadkirina axa xwe didin meşandin û şervanên jiyana azad ên ku di têkoşîna Garê de û gêrilayên YJA STAR’ê yên ku me ji bona xwe mînak girtine em 8’ê Adarê li wan pîroz dikin. Di van rojên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên pîroz kirin de, em di şexsê Rêber Apo de ku ev çanda têkoşîn, azadî û zanista jinê me jê girtiye û tevahiya jinên cîhanê yên têkoşer pîroz dikin.”