Jinên Minbicê: 8'êAdarê roja berxwedan û têkoşîna jinan e

Saziyên jinan ên Minbicê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir.

Jinên Minbicê: 8'êAdarê roja berxwedan û têkoşîna jinan e
Jinên Minbicê: 8'êAdarê roja berxwedan û têkoşîna jinan e
Jinên Minbicê: 8'êAdarê roja berxwedan û têkoşîna jinan e
6 adar, 2021   17:43
MINBIC

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin.

Di vê çarçoveyê de, bi dehan nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan, şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Jinan û malbatên şehîdan li Goristana Şehîdan a başûrê bajar kom bûn.

/ar/uploads/files/2021/03/06/162120_smr-hzwry.webp

Beşdaran têkildarî 8'ê Adarê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Semer Hezûr daxuyanî xwend.

Jinan di daxuyaniyê de berxwedan û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo bidestxistina mafên xwe silav kirin û gotin, 8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedana jinan e.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em dibînin ku jin hewl dide ji nû ve rabe ser xwe, em berxwedana wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku jin ne tenê dayik, xwişk û xwediya malê ye, di heman demê de çek hilgirtiye û beşdarî qada leşkerî bûye, her wiha di qada siyasî û aborî û tevahî qadên din de cihê xwe girtiye."

Jinan, berxwedana jinan a li hemberî zihniyeta baviksalarî silav kir.

Piştî xwendina daxuyaniyê, mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

ANHA