Li Dêrazorê cenazeyekî serjêkirî hat dîtin

Şêniyên bajarokê El-Şehîl ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê cenazeyekî serjêkirî yê mêrekî dît.

Li Dêrazorê cenazeyekî serjêkirî hat dîtin
8 adar, 2021   11:42
 DÊRAZOR

Şêniyên bajarokê El-Şehîl cenazeyê serjêkirî li berava çemê ku di bajarokê re derbas dibe, dît.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, cenaze vê sibê hatiye dîtin û ji ber ku serî tune ye, nehat niha nayê zanîn ka kî ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê kir û cenaze ji cihê bûyerê rakir.

Duh bi şev 2 çeteyên li ser motorsîklêtekê siwar bûbûn, li bakurê Dêrazorê ciwanek li pêşiya mala wî kuşt. Şêniyan û birayê kesê hatiye kuştin, her du çekdar beriya ku karibin birevin, kuştin.

Li herêmên Dêrazorê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê çalak in û bi awayekî domdar sivîlan û rûspiyên êlên Ereb dikin hedef.

(şx)

ANHA