Meclisa Civakî ya Ermenan ji bo ku komkujiyên li dijî jinan rawestînin banga yekitiyê kir

Rêveberiya Meclisa Civakî ya Ermenan ya bajarê Hesekê diyar kir ku jinên herêmê rastî gelek komkujiyan hatin û bang li tevahî jinan kir ku li hember komkujiyên li dijî wan pêk tên, bibin yek.

Meclisa Civakî ya Ermenan ji bo ku komkujiyên li dijî jinan rawestînin banga yekitiyê kir
7 adar, 2021   12:45
HESEKÊ

Meclisa Civakî ya Ermenan bi boneya 8'ê Adarê şahiyek li bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan nûnerên saziyên sivîl ên bajêr beşdar bûn. Şahî li Hola Reşo ya li taxa El-Mişêrfê ya Hesekê hat lidarxistin.

Di şahiyê de endama rêveberiya Meclisa Civakî ya Ermenan a bajarê Hesekê Arev Kasabyan, endama Kongeraya Star a navçeya Hesekê Celîle Mele Elî û bi navê hêzên jin ên Parêzanên Xabûr a Asûrî fermandar Şamîran Sîmon axivîn.

Arev Kasabyan Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û şehîdên di oxira pêkanîna azadiya jinên bindest de xwe feda kiriye, bi bîr anîn. Arev wiha got: “Pêkhateyên Ermen û êzidî yên li Şengal, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rastî gelek qirkirinan hatin. Divê em li hemberî hewldanên qirkirina gelan, ji bo biratiya gelan û jiyana hevbeş yekgirtî bin.”

Celîle Mele Elî jî daxuyand ku jinên Ermen jî rastî qirkirinê hatine û wiha lê zêde kir: “Ew deqeke reş bû li ser eniya mirovahiyê. Lê belê her kesê ku hewl da îradeya jinên azad bişkinîe, têk çû.”

Celîle bang li hemû jinên cîhanê kir ku bibin yek û dengên ji bo azadiyê bilind bikin da ku qirkirinên li dijî jinan û gel bi giştî dubare nebin.

Ji fermandarên hêzên jin ên Parêzanên Xabûr a Asûrî Şamîran Sîmon jî destnîşan kir ku cudahiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku jin di hemû qadan de cihê xwe digirin û got: “Jinan xwe di hemû civakan de îsbat kir.”

Di dawiya şahiyê de komên Ararat û Zabêl Yasayan gelek stran û govendên ji folklora Ermenan pêşkêş kirin. Her wiha sînevîzyonek û şanoyek hatin pêşandan.

(dm)

ANHA