Li Qamişlo Sûka Berhemên Jinan hate vekirin

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, Koordînasyona Jinan a Desteya Rêveberiya Herêmî bi hevkariya Şaredariya Qamişlo Sûka Berhemên Jinan vekirin.

Li Qamişlo Sûka Berhemên Jinan hate vekirin
Li Qamişlo Sûka Berhemên Jinan hate vekirin
Li Qamişlo Sûka Berhemên Jinan hate vekirin
Li Qamişlo Sûka Berhemên Jinan hate vekirin
Li Qamişlo Sûka Berhemên Jinan hate vekirin
Li Qamişlo Sûka Berhemên Jinan hate vekirin
Li Qamişlo Sûka Berhemên Jinan hate vekirin
7 adar, 2021   16:40
QAMIŞLO

Nûnerên desteyên Rêveberiyê  Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl, Yekitiya Jinên Suryan, Kongreya Star, nûnerên partiyên siyasî û şêniyên Qamişlo beşdarî şahiya vekirina sûkê bûn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a  Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl û Hevseroka Desteya Rêveberiya  Herêmî û Jîngehê Rîma Romans rîbana vekirinê dirandin.

/ar/uploads/files/2021/03/07/144842_ryma-28large29.webp

Beşdaran deqeyeke girtin, piştre Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê Rîma Romons axivî, bixêrhatina beşdaran kir û 8`ê Adarê li wan pîroz kir û got:"Silav ji bo jina karker û têkoşer re ya ku di hemû qadan de li ber xwe dide û tê dikoşe, keda jinan berhem da û gelek serkeftinên mezin bi dest xist, ji van serkeftinan vekirina bazara taybet a berhemên jinan ku em îro vedikin."

/ar/uploads/files/2021/03/07/144901_jyhan-28large29_1.webp

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl jî axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyeke hestiyar de ne ku li ser bingeha projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, xwe bi rê ve dibin û bi hezan şehîd canên xwe ji bo vê projeyê dane, ji lew ra jinan cihên xwe girt û di qadên aborî, civakî, siyasî û leşkerî de bû pêşeng.

Cîhan ev xalên li jêr destnîşan kir:" Cara yekemîn li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê di 23`yê Nîsana 2018`an de ji aliyê Komîteya Aborî ya taybet bi jinan bazarek taybet bi jinan hate vekirin , piştre heman bazar li bajarê Amûdê hate vekirin û îro jî li Qamişlo bazara hilberînên jinan hate vekirin."

Cîhan Xelîl da zanîn ku projeyên wiha berhema berxwedanê ne û bang li hemû jinan ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û di hemû qadan de karên xwe berfirehtir bikin.

/ar/uploads/files/2021/03/07/144940_slafa-28large29.webp

Endama Rêvber a Nivîsgeha Jinan a Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya kantona Qamişlo Silava Tahir ji ANHA'yê re axivî û armanca vekirina vê sûkê diyar kir û got:"Armanca vekirina vê sûkê ew e derfetên kar ji jinan re peyda bikin, her wiha da ku hebûneke taybet bi jinan misoger bibe."

Silava di dawiya axaftina xwe de got, ew gelek projeyên din ên taybet bi jinan  lêkolîn dikin.

Amadekariyên vekirinê vê sûkê di Îlona 2019`an de dest pê kir. Di sûkê de 14 dikan hene ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Sûk ji saetên sibê û heta saetên êvarî vekirîye.

Li sûkê kardestiyên jinan, madeyên estetîkê, cilên zarokan û jinan, diyarî û cilên foklorîk hene.

Di dawiya şahiyê de beşdaran govend gerand.

(eh)

ANHA