Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê

Bi boneya 8`ê Adarê bi dirûşma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e" Kongreya Star a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê şahiyek li dar xist.

Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
Li Til Birakê şahiya 8`ê Adarê
8 adar, 2021   09:46
QAMIŞLO

Jinên navçeyên Til Birakê ya kantona Qamişloyê duh li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê şahiyek li dar xist. Bi dehan jinên navçeyê û endamên saziyên civaka sivîl tev li şahiyê bûn.

Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Weid El-Ilêwî û Endama Rêveber a Kongerya Star a navçeyê Henen Silêman axivîn û roja 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û tevahiya şehîdên ku mohra xwe danî ser dîroka têkoşîna jinan, bi bîr anîn.

Di şahiyê de komên Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê berhemên xwe pêşkêş kirin. Piştre jinan berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a navçeya Til Birakê û gul danîn ser gorên şehîdan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oAJOJOTnqms" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>