Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 102`yan de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo şikandina tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan ket roja 102`yan. Çalakiya li Mexmûrê di roja 81`an û ya li Yewnenistanê jî di roja 64’an de dewam dikin.

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 102`yan de ye
8 adar, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, 102 roj in li ber xwe didin.

MEXMÛR

Li Kampa Koçberan ya Mexmûrê, jinan 18’ê Kanûna 2020’an li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, bi koma 40’an di roja 81ê de didome.

YEWNANISTAN

Koçberên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 64an de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.

(cx)