Bi boneya 8'ê Adara mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin

Li gelek bajar  û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8'ê Adarê serdana goristanên şehîdan hatin kirin û mûm li ser goran hatin pêxistin.

Bi boneya 8'ê Adara mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin
Bi boneya 8'ê Adara mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin
Bi boneya 8'ê Adara mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin
Bi boneya 8'ê Adara mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin
Bi boneya 8'ê Adara mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin
Bi boneya 8'ê Adara mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin
Bi boneya 8'ê Adara mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin
Bi boneya 8'ê Adara mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin
Bi boneya 8'ê Adara mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin
7 adar, 2021   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê  Roja Jinan a Cîhanê de, şêniyên Dêrikê, Girkê Legê û  Çilaxa yên kantona Qamişlo, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û şêniyên Efrînê jî li Şehbayê li goristanên şehîdan kom bûn û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

QAMIŞLO

Bi sedan  şêniyên Dêrikê, Girê Legê û Çilaxa yên kantona Qamişlo serdana  goristana Şehîd Xebat Dêrik kirin.

Girse li deriyê ketina goristanê deqeyeke rêz girtin, piştre derbasî nava goristana Şehîd Xebat bûn û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

HELEB

Li Helebê jî bi heman boneyê îro bi dehan malbatên şehîdan û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe dan goristanê da ku beşdarî çalakiya ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan hatiye lidarxistin, bibin.

/ar/uploads/files/2021/03/07/174423_rwshyn-mwsa.webp

/ar/uploads/files/2021/03/07/174558_slafa-kybar.webp

Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Roşîn Mûsa û Endama Tevgera Jinên Ciwan Silava Kîbar axivîn.

Di axaftinan de 8`ê Adarê li tavhiya jinên cîhanê hate pîrozkirin û îşaret bi destkeftiyên ku jinan di hemû qadên leşkerî, siyasî û aborî de bi dest xistine, hate kirin.

Piştre wêneyên 15 şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê Arîn Mîrkan, Zehra Berkel li kêleka Barîn Kobanê û Hevrîn Xelef û gelek şehîdên din li nêzî gorên şehîdan danîn.

Çalakî bi vêxistina mûman li ser gorên şehîdan û zindîkirina salvegera wan bi dawî bû.

ŞEHBA

Bi heman armancê, bi dehan endamên Kongreya Star, Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, endamên rêxistinên civaka sivîl berê xwe dan goristana şehîdan a navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê.

Dema beşdar gihaştin goristana şehîdan, deqak rêzgirtin girtin, piştre endamên Kongreya Star spasnameyeke goristanên şehîdan ên li bajarê Efrînê ya dagirkirî û kantona Şehbayê pêşkêşî Meclisa Malbatên Şehîdan kir û dûvre mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

(eh)

ANHA