Meclisa Jinan a PYD’ê: Bila tevahî rojên salê cejna jinan bin

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi minasebeta 8’ê Adarê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku girîng e tevahî rojên salê bibin cejna jinan.

Meclisa Jinan a PYD’ê: Bila tevahî rojên salê cejna jinan bin
7 adar, 2021   11:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisê Jinan a PYD’ê têkildarî 8`ê Adarê daxuyaniyek da û ev roj li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir.

Meclisa Jinan da zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê bi vîna jinên têkoşer û azad destaneke mezin hate nivîsandin da ku bibe mînaka jinan li tevahiya cîhanê û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê zîhniyetên parşverûtî yên teng hemû rêbazên hov û dermirovî û bi taybet dewleta Tirk a faşîst li dijî jinan pêk anîn. Ji ber ku dizane ku serkeftina jinan serkeftina azadî û demokrasiyê ye bi zanebûn li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jin kirin hedef, lê belê vê yekê vîn û têkoşîna jinan neşikand û hişt ku jin zêdetir li ber xwe bidin.”

Meclisê anî ziman ku bi boneya 8'ê Adarê hemû jinên ku di oxira azadiyê û parastina mafên jinan de wekî Hevrîn, Sakîne, Arîn, Hind û Seîde canê xwe feda kiriye, bi bîr tînin û doza dewamkirina têkoşînê li ser xeta wan heta serkeftinê da.

(dm)

ANHA