Li herêma Cizîrê çalakiyên 8'ê Adarê didomin

Jinên herêma Cizîrê bi çalakiyên cûda 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Li herêma Cizîrê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li herêma Cizîrê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li herêma Cizîrê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li herêma Cizîrê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li herêma Cizîrê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li herêma Cizîrê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li herêma Cizîrê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li herêma Cizîrê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
7 adar, 2021   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin.

DÊRIK

Bi diruşmeya "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" bi dehan endamên Kongreya Star  ji pêşiya navenda meşeke bi erebeyan li dar xist.

Jinan wêneyên şehîdên jin û alên Kongreya Star hilda bûn bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana jina azad di nava kolanên sereke û yên şaxê de geriyan.

 Herî dawî jinan serdana saziyan kirin û 8'ê Adarê li wan pîroz kir.

Jinan kartên bi sembolên Roja Jinan û wêneyên şehîd "Yadê Eqîde, Hevrîn û Zehra" belav kirin.

DÊRBÊSIYÊ

Jinên ciwan ên navçeya Dirbêsiyê bi heman armancê meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û diruşmeyên silavkirina berxwedana jin hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîdan rawestiya û veguherî mîtîngê.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan  Cûdî Mîrzo 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û got: "Jinên Kurd ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak, xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêxistin kirin û mohra wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye."

QAMIŞLO

Rêveberiya Baxçeyê Kulîlkên Rojava ya girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê pêşangehek wênexêzan bi navê "Şehîd Hevrîn Xelef" vekir.

Rêvebera Baxçeyê Kulîlkên Rojava Ciwana Mihemed diyar kir ku armanca wan a vekirina vê pêşangehê ew e ku bi rêya wêneyan û rengan zarokan fêrî gelek mijaran bikin. Her wiha zarokan kêfxweş bikin.

Pêşangeh dê 3 rojan dewam bike û kardesteyên şagirt û mamosteyan werin pêşandan.

ANHA