​​​​​​​Nûran Sezgîn: Divê her kes xwedî li berxwedana li girtîgehan derkeve

Nûran Sezgîn grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger nirxand û diyar kir ku "Ev tecrîd li ser hemû gelê Kurd tê meşandin. Di esasê xwe de dixwazin têkoşîna Kurdan tesfiye bikin. Divê berxwedana girtiyên li girtîgehan bêhtir bê hembêzkirin."

​​​​​​​Nûran Sezgîn: Divê her kes xwedî li berxwedana li girtîgehan derkeve
8 adar, 2021   07:05
NAVEDNA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Bi hezaran girtiyên li girtîgehên Tirkiye, ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadkirina rêber Abdullah Ocalan û ji bo ku dawî li binpêkirinên li zindanan bê, di 27'ê Mijdara 2020'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir. Jinên Mexmûrê bi pêşengtiya rêxistina Jinan a ÎŞTAR'ê û bi armanca xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya di zindanan de, li Saziya Malbatên Şehîdan a wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), dest bi çalakiyê kirin.

Endama Koordînasyona ÎŞTAR'ê ya Mexmûrê Nûran Sezgîn grevên birçîbûnê nirxandin kir û diyar kir ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î ya li zindanên Tirkiyê derdikevin.

Nûran Sezgîn got: "Beriya her tiştî divê wek gel em xwe rexne bikin. Ji ber ku diviyabû ku me beriya girtiyên li zîndanan dest bi greva birçîbûnê bikira û me nehîşta ku kesên girtiyên siyasî dest vê grevê bikirana. Di vî warî de em wek gelê Mexmûrê berxwedana wan a birûmet silav dikin û diyar dikin ku em ê vê berxwedanê mezin bikin. Wek Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê me di 18'ê Kanûna 2020 'an de bi pêşengiya ÎŞTAR'ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Em ê li dijî tecrîda li rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên li zîndanan tên meşandin, rawestin û li ber xwe bidin."

Nûran Sezgîn xuya kir ku ew bi awayekî çalak tev li kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bûne û anî ziman ku ji bilî grevên birçîbûnê wan wek gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî kampanyaya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" dewam dikin. Nûran Sezgîn diyar kir ku wan kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî' ku ji aliyê rewşenbîrên Misrê ve hatiye destpêkirin, bi dawî kiriye û îmze radestî cihên peywendîdar kirine.

Nûran Sezgîn bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê û got: "Divê akademîsyen, rewşenbîr, hunermend û parêzvanên mafên mirovan balê bikişînin ser grevên birçîbûnê. Divê rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina zextên li ser girtiyan, gavan biavêjin. Ev tecrîd li ser hemû gelê Kurd tê meşandin. Di esasê xwe de hewl didin têkoşîna Kurdan tesfiye bikin. Dewleta Tirk a faşîst bi bloka AKP/MHP'ê re polîtîkaya xwe ya zordariyê ya li hemberî gelê me dewam dike. Divê em têkoşîna xwe ya li dijî êrişên li ser gelê me berfirehtir bikin.”

‘ÇARSERIYA ALOZIYA LI ROJHILATA NAVÎN PERSPEKTÎFÊN RÊBER OCALAN IN’

Endama ÎŞTAR’ê Nûran Sezgîn wiha dewam kir: "Divê gelê Kurd ji rehawetê derkeve û xwedî li berxwadanê derkeve. Êdî dem hatiye ku ji vê barbarî û êrişên dermirovî re bibêjin êdî bes e. Dem dema azadiya rêber Abdullah Ocalan e. Yekane çareseriya kaosa li Tirkiye û Rojhilata Navîn perspektîfên rêber Abdullah Ocalan in. Li Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê di zindana Îmraliyê de ye."

Nûran Sezgîn diyar kir ku divê li her derê bersiv ji greva birçîbûnê ya girtiyan re hebe û got: "Divê jin û ciwan herî zêde xwedî li grevên birçîbûnê yên li zindanan derkevin û bibin hêza sereke ya vê berxwedanê. Mafê me nîn e ku em li pêşberî vê berxwedanê bê deng bimînin. Bi vê hişmendiyê divê hemû gelê me li her derê berxwedana zindanan hembêz bike. Divê gel li ser şopa rêber Abdullah Ocalan li kolan û li meydanan bimeşe û van êrişan rawestîne. Gerîlayên me her tiştî dikin. Divê em kolan û meydanan li faşîzma AKP/MHP'ê teng bikin û bi hişmendiya welatparêziyê bi xwerexnekirineke wêrek berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

'JI BO AZADIYA RÊBER OCALAN DIVÊ EM LI HER DERÊ TÊBIKOŞIN'

Nûran Sezgîn destnîşan kir ku hemleyên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan li herêmên cuda û dewletên cîhanê dest pê kirine û destnîşan kir ku fikir û felsefeya rêber Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û wiha got: “Li Afrîkaya Başûr bi pêşengiya jinan ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Karbendên (esnafên) Brîtanyayê kampanya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan berdewam dikin. Dîsa li gel hemû zextên li Almanyayê û qedexekirina wêne û posterên rêber Abdullah Ocalan, gel ji bo azadiya Rêbertî kampanyayan dimeşîne.”

Di dawiyê de Nûran Sezgin wiha axivî: "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Divê Kurd li hemû qadan her tiştî bikin. Grevên birçîbûnê yên li zindanan û çalakiya greva birçîbûnê ya ku me li Mexmûrê dest pê kiriye, divê ji aliyê hemû hêzan ve bê hembêzkirin. Li çar aliyên Kurdistanê bi taybetî gelê Bakurê Kurdistanê, divê têkoşînê mezintir bike. Heta ku rêber Abdullah Ocalan azad nebe, em nikarin bibêjin ku em azad in."

ANHA