Nûnertiya MSD'ê ya li Misirê bi sekretêrê berê yê Komkara Erebî re civiya

Nûnerên MSD'ê yên li Misirê serdana sekretêrê berê yê Komkara Erebî Amir Mûsa kir û li ser modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên dewleta Tirk nîqaş kirin.

Nûnertiya MSD'ê ya li Misirê bi sekretêrê berê yê Komkara Erebî re civiya
7 adar, 2021   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk, ji nûnerên MSD'ê yên li Misirê Sîhanok Dîbo û Leyla Mûsa li Qahîra hevdîtin bi sekretêrê berê yê Komkara Erebî Amir Mûsa re pêk anî.

Di hevdîtinê de nêrîna MSD'ê ya derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî modela Rêveberiya Xweser a ku yekitiya xaka Sûriyê diparêze de hate nîqaşkirin.

Her wiha nîqaş li ser rola QSD'ê ya parastina pêkhateyên herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê û êrişên dewleta Tirk hate kirin.

Beşdaran rola Komkara Erebî di çareserkirina aloziya sûriyê û beşdrbûna MSD'ê di çaresiya siyasî ya ji aloziyê re hate destnîşankirin.