​​​​​​​Li pey serdana El-Herîrî ji Hewlêrê re çi heye?

Rojnamevanên Kurd eşkere kir ku li piştperdeyên serdana qaşo"Itîlafa Nîştimanî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûriyê" ji Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê re, planên nû yên li dijî gelê Kurdistan û destkeftiyên wê hene.

​​​​​​​Li pey serdana  El-Herîrî ji Hewlêrê re çi heye?
8 adar, 2021   00:25
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Serdana qaşo "Itîlafa Nîştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê" ji Başûrê Kurdistanê, hêrseke mezin di nava gelê Kurd de çêkir, di serî de jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û eşkere kir ku ev yek ji doza Kurd re îxanetek e.

Sêşema borî, şandeya qaşo "Itîlafa Nîştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê" ya bi serokatiya Nesir El-Herîrî gihaşt Başûrê Kurdistanê û  3 rojan bê navber bi parlamenterên hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê, serokê hikumetê Mesûr Barzanî û serokê PDK’ê Mesûd Bazranî re civî.

 ‘AMADEKIRINA SERDANÊ JI ENQEREYÊ DE BÛ’

Rojnameger û çalakgerê siyasî ya kurdî Nûredîn Umer wiha got: "Li pey vê serdan û hevdîtinan de hewldana lawazkirina kurd û zêdekirina nakokiyên di navbera hêzên siyasî yên kurd de heye. Ev serdana li Enqereyê anku navenda biryarê rejîma Tirkiyê hate amadekirin. Ew serdana bi plan û metod e, da ku yekitiya kurdî ji aliyekî ve derbe bike û dorpêça li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tunditir bike."

Umer behsa rewşa aliyên siyasî yên Kurd li Başûrê Kurdistanê kir ku serdan û hevdîtin hêsan kirine û wiha domand: "Di nava PDK’ê de du şepêl hene, yek bi nûnertiya serokê partiyê Mesûd Barzanî û zarokên wî  ye ku serweriyê li biryarên girîng ên li herêma Başûrê Kurdistanê dikin û ya din jî nûnertiya serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û kesên nêzî wî ye."

Umer destnîşan kir ku di navbera wan her du şepêlan de jî gelek nakokiyên girêdayî desthilat û serweriya li partî, hikumet û aboriyê hene, her wiha nakokî di navbera wan de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hene.

Umer eşkere kir ku şepêla yekem a bi nûnertiya Mesûd Barzanî, hewl dide ku têkiliya xwe bi rejîma Tirkiyê re xurt bike û dorpêça li dijî Rêveberiya Xweser û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tunditir bike, armanc jê jî têkbirina tecrûbeya Rêveberiya Xwser e ku bi  bi beşdariya hêzên girêdayî ENKS’ê herêmê radestî komên girêdayî rejîma Tirkiyê bikin.

Umer diyar kir ku şepêla din a bi nûnertiya serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî hewl dide ku têkiliya xwe bi dewleta Tirk re xurt bike, lê belê li gel wê jî têkiliya xwe bi Rêveberiya Xweser re jî xurt bike û wiha pê de çû: "Hewldana vê şepêlê ne ferzkirina dorpêçê ye, lê belê avakirina têkiliyan bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye."

Der barê serdana El-El-Herîrî ji Hewlêrê re, Umer wiha gotina xwe berdewam kir: "Ev yek di çarçoveya hewldana şepêla yekem a bi rejîma Tirkiyê re hevalbend e pêk hat. Ji ber ku dixwaze rewabûnekê ava bike, da ku navendên ENKS’ê li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê dagir kirine, veke."

ꞌPÊŞWAZÎKIRINA SÛCDARÊN ŞER LI HEWLÊRÊ, ŞERMEKE LI ENIYA MIROVAHIYÊ YEꞌ

Umer got pêşwazîkirina sûcdarên şer ên wekî Nesir El-El-Herîrî li Hewlêrê şermek e, nexasim ku rûyê siyasî yê komên terorîst ên ku rojane hovîtirîn sûcan pêk tînin, li gel wê jî rêxistinên navneteweyî ew bi sûcên ku li  dijî gelê li Efrînê û Serêkaniyê yên dagirkirî tên bi sûcên şer wesif kirin.

Umer diyar kir ku ENKS’ê careke din isbat kir ku ew girîngiyê nade yekitiya kurdî û diyalogên di navbera hêzên siyasî yên kurdî de pêk tên û tê payîn ku ENKS’ê hewl dide ku demê qezenc bike da ku bi hevkariya Itîlafê û rejîma rejîma Tirkiyê û çeteyên wê, projeya Rêveberiya Xwerser têk bibin.

ꞌAJANDEYÊN DEWLETA TIRK LI PEY SERDANÊ NEꞌ

Lêkolîner û rojnamegerê Kurd Sultan Temo têkildarî paşxaneya serdanê diyar kir ku serdan û hevdîtin li gorî xwesteka ajandeyên dewleta Tirk a dagirker pêk hatin û got: "Ev serdan berdewamkirina serdana Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar û serokê Desteya Arkanê ya artêşa Tirk a dagirker Yeşar Guler e ku Çileya derbasbûyî li dar ketibû û têkildarî makanîzmeya hevkarî û koordînekirina şerê li dijî Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê bû."

Li gorî Sultan Temo serdan tê wateya rewakirina pêkanîna dewleta Tirk a dagirkir ji plana B re, da ku hêzên bejahî peyda bike û tev li êrişên dagirkirinê yên bê yên ji bo xaka Başûr û li dijî gerîlayên HPG`ê şer bike. Ji ber ku serdana rayedarên tirkan a berê ya tevlêkirina pêşmergeyan ji hêzên xwe re ya li Garê bi bin ket.

Sultan Temo destnîşan kir ku piştî serokê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlêbûna pêşmergeyan wekî hêzên bejahî û bi awayekî fermî li kêleka artêşa Tirk a dagirker red kir ku li dijî Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê şer bike, plana A bi ser neket.

Rojnameger Sultan Temo da zanîn ku serdana kesên qaşo "Itîlafa Nîştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê" ji Başûrê Kurdistanê û hevdîtina bi kesayetan re, piştrast dike ku serdan di çarçoveya lihevkirina şerê li dijî PKK`ê de pêk hatiye, her wiha ji daxuyaniyên Nesir El-Herîrî yên  li Hewlêrê diyar dibe ku li dijî Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê û hêzên gerîla planekî hovane ya dewleta Tirk heye.

Temo diyar kir ku di vê planê de dê çeteyên sûrî di pêşiyê de bin, ew jî bi hevkariya serokatiya PDK’ê ye.

Sultan Temo destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo şer, çeteyên sûrî şand Lîbyayê û Qerebaxê, da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Ji lew re pêdiviya dewleta Tirk a dagirker di şerê li dijî Tevgera Rizgariyê ya  Kurdistanê de ya bi nûnertiya PKK’ê bi çeteyên sûrî heye.

Temo piştrast kir  ku kesên qaşo "Îtîlafa Nîştimanî ya hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê" li Stenbolê ajandeyên dewleta Tirk pêk tînin, wekî çeteyên bi navên"artêşa Nîştimanî ya Sûriyê"yên ku  Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, dixwazin destkeftiyên gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin.

Sultan Temo diyar kir ku armanca vê planê derbekirina Tevgera Azadiyê, dagirkirina Başûrê Kurdistanê û derbekirina destkeftiyên Kurdistanê ye û got: "Ev çeteyên sûrî li ku derê bin derveyî wêrankirinê û xerabkirinê tiştek nakin, Efrîna dagirkirî, Serêkaniyê birîndar û Girê Spî, Lîbyayê û Qerebaxê şahidên vê yekê ne."

Temo bang li raya giştî ya kurdistanî û hemû welatiyan  kir ku der barê gefên li dijî gelê Kurdistanê de hişyar bin.

Lêkolîner û rojnamegerê Kurd Sultan Temo di dawiya axaftina xwe ya têkildarî paşxaneya serdanê de got divê her kes li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wên yên itîlafê helwesteke neteweyî û kurdistanî bidin û bang li serokê PDK`ê Mesûd Barzanî û hevkarên wî kir ku dûrî planên dewleta Tirk bikevin, ji ber  ku hewl dide destkeftiyên gelê Kurd derbe bike.

(fr-eh)

ANHA