Jinên Serêkaniyê: Di vê roja pîroz de yekemîn daxwaza me veger e

Koçberên ji Serêkaniyê gotin, xwesteka wan a yekemîn di Roja Jinan a Cîhanê de ew e ku piştî erdê wan ji çeteyan were rizgarkirin, vegerin warê xwe.

Jinên Serêkaniyê: Di vê roja pîroz de yekemîn daxwaza me veger e
8 adar, 2021   02:41
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Îro 8'ê Adarê Salvegera 110'an a Roja Jinan a Cîhanê ye. Bi vê boneyê jinên ji Serêkaniyê ya dagirkirî yên li kampa Waşûkanî ya 12 dikeve rojavayê bajarê Hesekê ji ANHA'yê re axivîn.

ꞌJI BER KU DÎROKA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA JINAN Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/03/07/211431_-_1.webp

Sebah Cuma destnîşan kir ku 8`ê Adarê ji bo tevahiya jinên cîhanê rojeke pîroz e, ji ber ku dîroka berxwedan û têkoşîna ku jinan dane meşandin.

Sebah Cuma ev xalên li jêrê rêz kirin:"Sûcên mîna qetilkirin û revandinê  ku dagirkeriya Tirk û çeteyên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûrî li bajarên dagirkirî wekî Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî pêk tînib, bi armanca têkbirina şoreşa jin azad e."

Sebah got, Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinan dest pê kir û armancên dagirkeran pêk nehat û dê pêk neyê.

Sebah Cuma bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Em Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz dikin, nexasim şervanên ku li dijî çeteyan li ber xwe didin û ji bo rizgarkirina jinan ji zilim û bindestiyê canên xwe gorî dikin."

' DAXWAZA ME YA PÊŞÎN VEGER Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/03/07/211500_-.webp

Li aliyekî din jî Sara Mihemed diyar kir ku piştî erdên wan ji çeteyan were rizgarkirin, daxwaza wan a yekemîn vegera li erdên xwe ye û wiha domand: "Em bi hêvîne ku hemû jin armancên xwe pêk bînin û mafên xwe bi dest bixin û di nava civakê de roleke diyarker bilîzin."

ꞌSÛCÊN DAGIRKERAN, ISRARA ME YA DOMANDINA BERXWEDANÊ ZÊDETIR DIKEꞌ

Sara Mihemed destnîşan kir ku erka hemû jinên koçber e ku kar bike û hîn zêdetir xwe pêşbixînin û got:"Koçberkirina me ya ji warê me û sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî me pêk tîne, dê nikaribin vîna me bişkîne, berovajî vê yekê israra me ya li ser berxwedanê zêdtir dike û piştî em artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin em ê vegerin warên xwe."

Sara Mihemed bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî:"Dê dîrok li ser berxwedana gewre ya ku jinên Serêkaniyê li kampa Waşûkanî û kampa Serêkaniyê meşand û dimeşîne, binivîse."

(eh)

ANHA