'Têkoşîna ma ya ji bo pêkanîna aştî û azadiyê berdewam e'

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û banga domandina têkoşînê, parastina destkeftiyên jinan kir.

'Têkoşîna ma ya ji bo pêkanîna aştî û azadiyê berdewam e'
7 adar, 2021   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinana Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Cîhan her sal 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wekî roja aştî, azadî û wekheviyê pîroz dikin. Beriya 170 salan mîna vê rojê jinên kedkar ên li New Yorkê li hemberî çewisandin  û tundiyê rabûn, banga wekheviya bi mêr re di heqdestî û saetên kar de kirin. Têkoşîna jinên kekdar piştî derbasbûna bi dehên salan bi ragihandina vê rojê wekê cejna jinan tacîdar bû. Danhevên mîrasa têkoşîna jinên kedkar em gihandin vê merheleyê ya ku sedsla 21'an bi sedsala jinan tê naskirin. Bi vê wesîleyê em fedekarên mezin ên ku jinan di dîrokê de li tevahî cîhanê de pêşkêş kirine bi bîr tînin.

Di demekê de ku jin bi gul û nan banga aştî û belavkirina xêrê kir, bi çek û tundiyê hatin hedefkirin. Jinên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe îsbat kirin ku mînakên her ber bi çav ên têkoşîn û berxwedanê ne. Lê şerê ku bi xwe re êş, zar, kuştin, revandin, destdirêjî, koçberkirin anî, barê jinan girantir kir, jin beşa herî mezin e ku fatoreya vî şerî da.

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê, bi taybet, Efrîn, Girê Spî û Serêkakiyê sûcên li dijî jinan ên ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têne kirin, sûcên şer û sûcên dermirovî ne. Lê ev sûc vîn û israra jinan a pêkanîna armancên wê têk nabe. Destkeftiyên ku bi saya têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, berxwedan û serkeftinên wan ên di hemû qadan de hişt ku bibe armanca hêzên tarî û yên paşverû, armanc ji van ew e ku îradeya wan bişkîniin.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê rojê, li xwe û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi vê boneyê em banga domandina têkoşîna parastina van destkeftiyan, qedexekirina tundî, dûrxistin û şikandina îradeya jinên azad dikin. Em hemû cûre zilm û bindestî red dikin, em ê têkoşîna heta pêkanîna azadî û aştiyê bidomînin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku sûcên şer ên dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên ji hemû qanûn û pîvanên navneteweyî û nirxên mirovî yên li dijî jinan dikin, bi dawî bikin. Em banga çareserkirina aloziya Sûriyê dikin a ku ev deh salin berdewam e û azarên jin û gelê Sûriyê bi dawî bikin."

ANHA