ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-03-2021
8 adar, 2021   00:00

-Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê merasîmê bi dawîkirina dewreyeke din a perwerdeyê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê Ewad Bozan got: "Şoreşa me şoreşa civakî ye, rizgarkirina civakî ji rizgarkirina jinan dest pê dike." Her wiha teqez kir ku ew bi fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin heta jin azad bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên şer li dijî şêniyên Efrînê yên resen pêk tînin, ya herî dawî, revandina 3 kurdan bûn ku di nav de kalemêr "Şêxmûs Qasim" hebû yê ku di bin îşkenceyê de hate qetilkirin. Kurdê Qasim û Rêxistinên Mafên Mirovan hûrguliyên vî sûcê eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Nûran Sezgîn grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger nirxandin û diyar kir ku "Ev tecrîd li ser hemû gelê Kurd tê meşandin. Di esasê xwe de dixwazin têkoşîna Kurdan tesfiye bikin. Divê berxwedana girtiyên li girtîgehan bêhtir bê hembêzkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li pişt perdeyên serdana "Îtîlafa Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Opzisyona Sûriyê" ya ji bo Hewlêrê, rojnamevanên Kurd nîşaneyên planên nû yên li dijî gelê Kurdistanê û destkeftiyên wê eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li Heleb, bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên ji Serêkaniyê gotin, xwesteka wan a yekemîn di Roja Jinan a Cîhanê de ew e ku piştî erdê wan ji çeteyan were rizgarkirin, vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Têkildarî axaftinên li ser benda veşartî ya di peymana pevguhertina êsîran de ya di navbera Şamê û Til Avivê de ya bi sponseriya Rûsyayê, axaftina li pêkanîna têkiliyan di navbera her du aliyan de zêde bûne. Ggirêdayî mijarê pisporê rûsî Andre Schoprigin diyar kir ku pêdiviya îqnakirina Şamê bi piştgiriya dewletên Kendavê ya jinûveavakirina Sûriyê, rakirina cezayên Amerîka û vegerandina Colanê ye. (BI WÊNE).

- Di encama tevliheviya siyasî û girtina asoyên çareseriyan ji bo damezrandina hikumetekê de, xwepêşandanên gel ên li Lubanên vegeriyan. Li gel wê jî qeyrana civakî û aborî, vegerîn kolanên Lubnanê, lê belê vegera tevgeran li kolanan ne dûrî pêşketinên diyar û bûyerên ku vê dawiyê çêbûne. (BI WÊNE).

ANHA=