Gelo dê Şam peymana aştiyê bi Îsraîlê re îmze bike?

Têkildarî axaftinên li ser benda veşartî ya di peymana pevguhertina êsîran de ya di navbera Şamê û Til Avivê de ya bi sponseriya Rûsyayê, axaftin li ser normalîzekirina têkiliyan di navbera her du aliyan de zêde bûne. Girêdayî mijarê pisporê rûsî Andre Schoprigin diyar kir ku ji bo îqnakirina Şamê pêdivî bi piştgiriya dewletên Kendavê ya jinûveavakirina Sûriyê, rakirina cezayên Amerîka û vegerandina Colanê ye.

Gelo dê Şam peymana aştiyê bi Îsraîlê re îmze bike?
8 adar, 2021   05:04
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMAA ELÎ

Di demeke ku li Sûriyê qeyrana aborî ji ber cezayên Qeyser ku DYA’yê li hikumeta Şamê ferz kiriye de, DYA’yê ragihand ku di 27’ê Sibata borî de derziyên rûsî " Sputnik " gihaştin Sûriyê, li rex wê jî wezîrê tenduristiyê ya hikumeta Şamê di demeke berê de ragihandibû ku dê dayîna  derziyê di 28’ê Sibatê de dest pê bike û tu hûrgiliyên dîtir eşkere nekirin.

Têkilarî mijarê, Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku derziyên ku Rûsya ji hikumeta Şamê re şandine ji bendên veşartî yên peymana pevguhartina esîrên di navbera Îsraîl û hikumeta Şamê de ye.

SOHR’ê di rapora xwe ya meha borî de pirs kiribû ku hikumeta Şamê pere ji ku peyda kir ku derziyên Sputnik di gel qeyrana aborî li welat de  bikire.

 ‘DERZÎ LI HEMBER NORMAÎZEKIRINÊ’

Di raporên Îsraîlê de hatin eşkerekirin ku wergirtina hikumeta Şamê ji derziyên rûsî "Sputnik" ji bendên nepenî yên peymana Sûriyê-Îsraîlê ye ku bi navbeynkariya Rûsyayê li pêk hatiye. Di raporan de hat eşkerekirin ku Til Avivê li ser kirîna bi sed hezaran ji derziyên rûsî yên li dijî vîrusa Koronayê erê kiriye ku bihayê wê jî 1,2 milyon dolar e ku bide Sûriyê, ew yek jî ji bendên girêbesta pevguhertina êsîran e.

Piştî hefteyekê ji axaftina li ser peymana Îsraîl-Sûriyê, balyozê sûrî yê li Rûsyayê Riyad Hedad ragihand ku dê Şamê derziyan ji Rûsyayê bê pere wergire û Rûsya piştî axaftina Riyad Hedad piştrast kur dê derziyan bide hikumeta Şamê.

Der heqê vê yekê de, pisporê Meclisa Rûsyayê ya Kar û Barên Derve Andre Schoprigin ji ajansa me re wiha got: "Tu axaftin li ser nêzbûna di navbera Îsraîl û Sûriyê de tune ne, çi bi rêya hevalbendê rûsî be yan jî bi rêya hinên dîtir be. Li gel Rûsya hêmanên guncaw ên vê pêngavê tune ne ku pêk bîne."

RÛSYA Û KRÎZA SÛRIYÊ

Ji destpêka şerê Sûriyê yê ku dê di Adarê de derbasî sala xwe ya 11’an bibe, Rûsya di aliyê siyasî de navbeynkarî di navbera hikumeta Şamê û Îsraîlê de kir. Lê piştî ku hikumeta Şamê di 2013’yan de gelek bajarokên li bejahiyên Şamê û gelek bajarên dîtir ji dest da, ji Rûsya xwest ku destwerdana şer bike û piştgiriya wê bike, ew jî bi mitirsiya hilweşînê bû.

Lê bersiva Rûsyayê lawaz bû, piştevaniya wê piştî du salan di aliyê siyasî de bû, ew jî bi rêya bikaranîna Vetoyê di Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de bû. Rûsya ji Îlona 2015’an de hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê xurt kir, di 30’yê Îlona 2015’an de balafirên Rûsyayê derbeyên asîmanî li xaka Sûriyê pêk anîn.

Piştî piştgiriya Îranê ji hikumeta Şamê re ji dema destpêka krîzê ve ji tevahî aliyan de, desterdana Rûsyayê çêbû. Her wiha Tehranê di aliyên siyasî, aborî û leşkerî de bi hinceta parastina cihên Şîa yên li Şamê piştgiriya Şamê kir, piştgiriya Tehranê bi rêya endamên Hizbullah a Lubnanê, bi rêya derbaskirina bi hezaran leşkerî, pisporên Îranê li Sûriyê û tevlêkirina şerê çêbû.

GELO NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN BI ÎSRAÎLÊ RE DÊ ŞAM CEZAYAN RIZGAR BIKEE?

Tevî hemû piştgiriya ku Rûsya pêşkêşî Sûriyê kiriye û gelek hewldanên wê yên der barê rizgarkirina wê ji hilweşîna misoger re, lê belê nikarî cezayên dewletên Ewropa û Washingotinê yên li dijî Şamê yên bi rêya Qanûna Qeyserê qedexe bikira.

Qanûna Qeyser, komeke ji cezayên ku Washingotinê li ser hikumeta Şamê bi armanca rawestandina binpêkirinên mafên mirovan ferz kiriye, naveroka van cezayan, cemidandina alîkariyên jinûveavakirinê, birîna cezayan li dijî hikumeta Şamê û şîrketên pê re alîgar, her wiha birîna cezayan li dijî saziyên îranî û rûsî yên alîkariya hikumeta Şamê dikin. Qanûna Qeyser di 17’ê Hezîrana par de kete pratîkê.

Ji bo derketina ji van cezayan, ji bilî Îsraîlê ya ku nêzî DYA’yê ye, tur ê li pêş hikumeta Şamê neman. Ji ber Îsraîl dikare hikumeta Şamê ji van cezayan rizgar bike û aboriya Sûriyê baş bike. Gelo ma Şamê dikare dev ji kelha mertal û berxwedanê, xakên ku Îsraîlê dagir kirine, berde û têkiliyan pê re deyne?

Li ser vê yekê, lêkolînê rûsî Andre Schoprigin diyar kir ku zehmet e ku hikumeta Şamê were îqnakirin ku bi Îsraîlê re bighêje çareyeke siyasî û wiha got: "Pêdiviya îqnakirina Şamê bi piştgiriya dewletên Kendavê heye ku bi rêya pereyên xwe Sûriyê ji nû ve ava bike, li gel wê jî pêdiviya wê bi sozeke DYA’yê heye ku cezayan rake û pirsgirêka Colanê çareser bike."

Lêkolînerê rûsî destnîşan kir ku ne pêkan e ku tevahî mercên Sûriyê ji bo îmzekirinê pêk bên û wiha domand: "Ez nabînim tevahî mercên hikumeta Şamê pêk bên, bi taybet pirsgirêka Colanê ya ku çareya wê ya di dema niha de tune ye."

BERJEWENDIYÊN ÎSRAÎLÊ LI SÛRIYÊ

Rola Îranê ya li Sûriyê hêrsek li gel Îsraîlê çêkir, ji ber ku li ser wê gefek e. Her wiha wek tê zanîn ku Îranê dijminê Îsraîlê ye, ew jî bi rêya piştevaniya wê ji Tevgera Hemas a Filistînê û Hizbullah Lubanê re ya ku ji zû de şerê Îsraîlê dikin.

Bi zêdebûna tevgera Îranê li Sûriyê, Îsraîl dest girêdayî namîne, lê belê dem bi dem derbeyên leşkerî li dijî nuqteyên belavbûna Îranê li Sûriyê pêk tîne û zirarên mezin çêdike.

Têkildarî berjewendiya Îsraîlê ji lihevkirina bi Sûriyê re Andre Schoprigin wiha pê de çû: "Niha berjewendiya Îsraîlê qewitandina Îranê ji xaka Sûriyê ye û neçarkirina Sûriyê li ser îmzekirina rewşa niha ya li ser Colanê ye."

BENDEKE NEPENÎ

Di demeke berê ya meha borî de, bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera hikumeta Şamê û Îsraîlê de de peymaneke nepenî ya pevguhartina êsîran hate îmzekirin, bi wê re du şivanên pez ên sûrî li hember serbestberdana keçeke îsraîlê ku sînorê Sûriyê bi awayekî nerewa derbas kiriye, hatin berdan.

Raporên amerîkî û îsraîlê eşkere kir ku peymana pevguhartina esîran a di navbera Îsraîl û hikumeta Şamê de bi sponseriya Rûsyayê pêk hat, her wiha ew peyman girêdayî rawestandina derbeyên Îsraîlê li Sûriyê ye.

Malpera Axios  a amerîkî destnîşan kir ku Rûsya hewl da ajandeyên xwe yên şêwirê yên girêdayî pevguhartinê berfireh bike û ji Îsraîlê xwest ku derbeyên xwe li ser Sûriyê rawestîne, ji ber ew derbe astengiyê li pêş gihandina alîkariyên mirovî çêdikin.

Li aliyekî din jî dezgehên çapemeniyê îbranî û biyanî daxuyand ku Îsraîlê li ser wergirtina bi sed hezaran ji derziyên Rûsyayê yên li dijî vîrusa Koronayê ji bo dayîna Sûriyê, erê kiriye.

Her du aliyan piştre ev agahî derewandin, her wiha serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu  agahiyên li ser erêkirina Îsraîlê ya wergirtina derziyên Rûsyayê yên li dijî vîrusa Koronayê ku piştre bide Sûriyê derewand. Li aliyekî din jî ajansa SANA’yê ya girêdayî hikumeta Şamê axaftina li ser hebûna bendeke nepenî ji peymana pevguhartina esîran, derewand.

Di heman demê de rojnameya Haaretz a îsraîlî daxuyand ku peyman ji bo vegera keça Îsraîlê ya ku sînorê Sûriyê derbas kiriye, pêk hat. Ji wê zêdetir jî bendeke nenormal heye û nehatiye eşkererkirin, ji ber îhtîmal hebû ku gelê Îsraîlê bi wê re hêrs bibûya.

DANÛSTANDINÊN BERÊ TU ENCAM BI XWE NEANÎN

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewset, di navbera Sûriyê û Îsraîlê de bi sponseriya DYA’yê gelek hewldanên lihevkirinê  çêbûn, di heman demê de beriya destpêkirina şoreşên bihara gelan Sûriyê û Îsraîlê li ser keviyê îmzekirina peymana aştiyê ya bi sponseriya Amerîkayê bû, ji mercên girîng ên îmzekirinê ew bûn ku divê hikumeta Şamê têkiliyên leşkerî bi Tehran û Hizbullan a Lubnanê re qut bike, gefên li ser Îsraîlê qels bike, da ku Îsraîl jî Colanê vegerîne û li gorî xeta 4’ê Hezîrana 1967’an bimîne.

Li tevahî hewldanên Amerîkayê bi sedema serhişkiya hikumeta Şamê, berdewama piştevaniya wê ji Hizbullah û têkiliya wê bi Îranê re, bi bin ketin.

ARMANCÊN RÛSYAYÊ JI NORMALÎZEKIRINÊ

Çavdêr dibêjin ku di dema niha de Moskov û Washingotin ji bo vegerandina wan hewldanan hevrik in. Ji ber ku Rûsya dibîne ku ew dikare lîstokeke nû li Rojhilata Navîn bilîze, ew jî bi rêya Sûriyê, tecrîdkirina dewleta Tirk û kêmkirina serweriya Îranê li Sûriyê, ku bi wê re Îsraîlê razî bike û piştre deriyeke nû vebe û kilîtên wê di destê Moskovê ve de bin.

Têkildarî rola Rûsyayê ji vê peymanê, lêkolînerê rûsî Andre Schoprigin wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rûsya dikare rola garantor a parastina berjewendiyên siyasî û aborî yên Sûriyê bike."

Di serdema serokê berê Donald Trump de, gelek dewletên Ereb peymanên aştiyê bi Îsraîlê re îmze kirin, vê yekê jî derî li pêş dewletên Ereb ên dîtir vekirî hişt ku têkiliyan bi Îsraîlê re îmze bikin, da ku ji krîzên ku rejîmên wan dijîn, werin rizgarkirin û piştevaniya Îsraîl û Amerîkayê wergirin.

(fr)

ANHA