Jinên Dêrazorê: 8'ê Adarê ji bo me roja rizgarkirina û şikandina bedên DAIŞ'ê ye

Jinên gundewarê rojhilatê Dêrazorê yên beşdarî pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li bajarokê Hecînê bibûn gotin: "8'ê Adarê ji bo me roja rizgarkirina jinan ji qeyd û bendên çeteyên DAIŞ'ê ye"

Jinên Dêrazorê: 8'ê Adarê ji bo me roja rizgarkirina û şikandina bedên DAIŞ'ê ye
7 adar, 2021   19:48
DÊRAZORÊ

/ar/uploads/files/2021/03/07/165803_adarh-zraah-hjyn-amnh-alsalm.webp

Têkildarî mijarê Hevseroka Gerînendeya Çandiniyê ya Hecînê Emîna Salim got:"Îro şahiya 8`ê Adarê hate lidarxistin, ji xwe ev cara yekemîn e ku li bajarê Hecînê ev çalakî tê lidarxistin. Em hêvî dikin ku ji bo me tevahî destpêka xêr be û destpêka serîhildana jinan ya ji rabirdûyê be ku di pêvajoya salên derbasbûyî de me zehmetiya wê kişand û bandoreke neynî li jiyana jinan kir."

/ar/uploads/files/2021/03/07/165604_alreash-almshtrkh-almjls-alshrqy-ldyr-alzwr.zhrh.webp

Hevseroka Meclisa Herêma Rojhilat a gundewarê Dêrazorê Zehra El-Milhim got: "Em îro di  vê şahiyê de li hev kom bûne, bi rêya wê jî cil û bergên foklorîk ên şêniyên herêmê û xwarina gelerî ku şêniyên herêmê pêşkêş dikin."

Zehra  diyar kir ku di vê şahiyê de jinan şano, helbest, xwarinên gelerî û danûk pêşkêş kir

/ar/uploads/files/2021/03/07/165626_adaryh-mjls-almrah-fy-hjyn-fatmh-alsalm.webp

Endama Meclisa Jinan a bajarê Hecînê Fatima Salim axivî û destnîşan kir ku ew cara yekemîn li Hecînê 8`ê Adarê pîroz dikin, beriya niha wan fikireya vê rojê nedizanî, lê îro bi awayekî fermî wekî cejneke jinan pîroz dikin û hêvî dikin şahiyên wiha di salên pêş de jî li dar bikevin.

Fatima ev yek li gotina xwe zêde kir: "Di dema milîsên terorîst û DAIŞ`ê de vîna jinan hate şikandin, karîn û moralên wê hatin çewisandin, di bin sîwana Rêveberiya Xweser de me gelek civîn û çalakî li dar xistin û me di civakê de roleke aktîv  lîst."

Fatima di dawiya axaftina xwe de spasiya jinên ku  beşdarî vê çalakiyê bûn kir û hêvî kir ku di salên pêş de hîn zêdetir jin beşdar bibin.

(eh)

ANHA