Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê

Bi boneya 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê rêxistinên jinan ên kantona Şehba, Heleb, Minbic, Kobanê, Reqa û Girkê Legê rêzçalakî li dar xistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê
6 adar, 2021   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê yên ku rêxistin û saziyên jinan li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin, berdewam in.

LI ŞEHBAYÊ PÊŞANGEHA WÊNEYÊN RÊBER OCALAN

Bi diruşma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye", Komîteya Jinan a Meclisa kantona Efrînê, pêşangeheke wêneyên rêber Abdullah Ocalan li Şehbayê  vekir. Di pêşangehê de dehan endam, sazî û yekitî beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2021/03/06/141650_zlwkh-bkr.webp

Dayika şehîd Selam Efrîn pêşangeh vekir, piştre deqeyeke rêz hate girtin û hevseroka meclisê Zelûx Bekir wiha got: "Bi saya fikir û felsefeya rêber gelên azad Abdullah Ocalan jinên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn xwe û dîroka xwe ya rasteqîn nas kir."

Zelûx Bekir destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst li dijî jinan sûcan pêk tînin, da ku vîna wan têk bibin û bang li tevahî jinên cîhanê kir ku xwe ji nêrê koletiyê rizgar bikin.

Dûvre sînevîzyonek li ser axaftinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser qeslkirina dewletên kapîtalîst a rola jinan di civakê de hate pêşandan û piştre çalakî bi gera beşdaran di pêşangehê de bi dawî bû.

3 HEZAR BELAVOK HATIN BELAVKIRIN

Bi dehan endamên Kongreya Star li kampa Serdemê ya girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn. Endaman cilên folklorî yên kurdî li xwe kiribûn, alên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildabûn.

Bi tilîlî, lêdana def û zirneyê, jin di nava kampê û sûka wê de gerîn, belavok li koçberên Efrînê belav kirin û ligel wê jî diruşmên"Jin jiyan azadî" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.

Li tevahî kantona Şehba û navçeya Şêrawayê 3 hezar belavok hatin belavkirin.

LI HELEBÊ GUL LI SAZIYÊN JINAN HATIN BELAVKIRIN

Bi boneya 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê, şandeyek ji Kongreya Star a Helebê bi cilên folklorî yên kurdî serdana saziyên jin, leşkerî û birîndarên şer kir û kulîlk diyarî wan kirin.

Şandeyê serdana Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Parastina Civakî û Jin, Nivîsgeha Jinan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û birîndarên şer kir û kulîlk li saziyan belav kirin.

Endamên saziyan jî Roja Jinan a Cîhanê li şandeyê pîroz kir, bi taybet ên ku ji bo di oxira jiyaneke azad de tê dikoşin û birîndarên şerê jî wêneyekî rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî Kongreya Star kir.

LI MINBICÊ ŞAHIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN

Komîteya amadekar bi boneya 8’ê Adarê şahiyek li dikeya çand û hunerê ya bajêr bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên rêveberiya Minbicê û saziyên sivîl, li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/03/06/141801_ghadh-hmyd.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevjîna şehîd Elî Tebaş, Xada Hemîd axivî û wiha got: "Em berxwedana jinên azad û hewldana wan a avakirina civakeke demokrat û azad silav dikin."

Piştre gelekên çalakî hatin pêşkêşkirin, koma Şehîd Hevrîn Xelef a stranan, koma Êriş a Ciwanan a Taykwando, Komîteya Perwerde û Fêrkirin stran pêşkêş kir, koma Şehîd Botan Tirkmen a dîlanên gelêrî, komîteya çalakiyan a dibistanan bi sernavê" tîpên daçekan" şanoyek pêşkêş kir. Di dawiyê de jî komîteya amadekar malbat û zarokên şehîdan xelat kir.

SERDANA GORISTANÊN ŞEHÎDÊN KOBANÊ

Şandeya ji Kongreya Star û endamên jin ên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê û gelek şêniyan serdana Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê û Goristana Şehîdên Komkujiya Kobanê ya li ser rêya Cerablusê û Goristana Şehîdên Kobanê ya li gundê Berx Botan a başûrê bajêr kirin.

/ar/uploads/files/2021/03/06/141721_aaeshh-afndy.webp

Li Goristana Şehîd Dicle, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Ayşa Efendî 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha got: "Em bawar in ku dê 8’ê Adarê azadî, wekhevî û aştiyê ji cîhanê re bîne û em wek dayik û hevjînên şehîdan dê tê bikoşîn û rêya şehîdan heta serkeftinê bişopînin."

Ayşa Efendî got, jin berê hatibûn paşguhkirin, lê niha bi saya fikira rêber Abdullah Ocalan rola jinan a pêşeng derketiye holê.

Piştî axaftinê, jinan berê xwe da Parka Rêbertî ya li Goristana Şehîd Dicle û şitilên daran çandin.

LI REQAYÊ DU ÇALAKÎ

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi şahiyekê navendeke aboriya jinan vekir, endamên aboriya jinan a Dêrazor û Cizîrê, endamên nivîsgeh û desteyên jinan ên bajêr amade bûn.

Vekirina navendê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama aboriya jinan Rîm Nimir bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Jinên Sûriyê li hember tevahî astengiyan sekinîn, heta ku gihaştin vê astê."

Bi navê Komîteya Aborî ya Jinan a Reqayê Gulê Ehmê 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û îşaret bi şehîdên ku herêmê di oxira jiyana biazad û aştî de kir û wiha axivî: "Ev roj, destpêka şoreşa rastîn e ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn."

Li aliyekî din jî endama aboriya jinan a herêma Cizîrê Şevîn Mihemed peyamek ji tevahî jinên bindest re şand ku hêzên xwe komî hev bikin, da ku civakeke exlaqî, demokrasî û siyasî were avakirin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nûriye Salih di nav diruşmên silavkirina berxwedana jinan de, deriyê navendê vekir.

Bi heman boneyê, şandeyek ji Rêveberiya Jinan a Reqayê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê serdana Meclisa Idlib El-Xedraa kir.

Di serdanê de endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm ev roj li tevahî jinan pîroz kir û da zanîn ku jinan bi israr û têkoşîna xwe gihaştin vê rojê.

Lİ GİRKÊ LEGÊ MAÇA VOLEYBOLÊ

/kr/uploads/files/2021/03/06/163010_151041_girgeleke-football-28429.webp

Yekitiya Werzîşê ya kantona Qamişlo maçeke voleybolê di navbera tîma Baska Jinan a Girkê Legê û tîma Dêrik a taybet bi jinên ciwan li dar xist.

Maç li yarîgeha Vedeng a Girkê Legê bi beşdariyan bi dehan ji şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê li dar ket.

Maçe bi serketina tîma Dêrik a jinên ciwan bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna maçê, her du tîman dîlan gerandin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eiXqiPqfUeE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>