Ji şahiya 8`ê Adarê ya Helebê banga xurtkirina têkoşînê

Di axaftinên ku di şahiya pîrozbahiya 8'ê Adarê ya Helebê de hate kirin, hate gotin ku pêwîst e têkoşîna jinan li ser asta cîhanê zindî bimîne û fikirên wekheviyê li ser bingeha temambûnê bi aliyê din re werin rûniştandin. Her wiha bang xurtkirina têkoşînê ji bo parastina jinên Sûriyê hate kirin.

Ji şahiya 8`ê Adarê ya Helebê banga xurtkirina têkoşînê
8 adar, 2021   14:22
HELEB

Li bajarê Helebê şahiya 8`ê Adarê li herêma Şiqeyif li bakurê taxa Şêxmeqsûd bi tevlêbûna bi hezaran jin û şêniyên bajêr li dar ket.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Kongreya Star a kantona Şehbayê Newroz Efrîn axivî û behsa berxwedana ku jinên li Bakurê Kurdistanê nîşan didin kir û piştrast kir ku azadiya wan bi azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye ku bi fikir û felsefeya xwe rê li pêşiya şoreşa jinên azad vekir.

`EM Ê LI SER FAŞÎSTÊ BI SER KEVIN`

Newroz wiha domand: “Divê tevahiya jinên li cîhanê bibin yek û bi rêya fikirekî li ser bingeha temambûna bi aliyê din  re rizgar bibin. Em soz didin ku dê li hemberî faşîsta li cîhanê bi ser kevin.”

Her wiha hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Umer jî axivî û got: “Ev roj ji bo zindîkirina têkoşîn û berxwedana jinan de ye ji bo pêşxistina şert û mercên jiyanê û bi destxistina mafên xwe yên jiyana bi rûmet e ku ji bo wê xwepêşendanan li dijî zordestiyê û zulmê li tevahiya cîhanê li dar dixin.”

Emîne îşaret bi têkoşîna jinên Sûriyê kir û diyar kir ku li Sûriyê jin ji ber şer, hat kuştin, rastî tecawîzê hat û ji mafên xwe bêpar man, ji lew re banga mezinkirina têkoşînê ji bo parastina jinên Sûriyê kir.

Di şahiyê de endama rêveber a Kongreya Star Amine Xidir axivî û got: “Edalet, rûmet û domandina jiyanê ji cewherên jinan e û ne gengaze jin bê van cewheran bi azadî bijî.”

Amine da xuyakirin ku dozên nakok ên li cîhanê bê çareserkirina doza jinan ne pêkane çareser bibin.

Şahî bi pêşendana çalakiyên hunerî ji aliyê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê û Kongreya Star ve berdewam e

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OwnFUSA_DXc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>