​​​​​​​Peyamên Desteya Rêveber a Şengalê û Asayîşa Êzidxanê yên 8’ê Adarê

Desteya Rêveber a Şengalê û Asayîşa Êzîdxanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyam weşandin.

​​​​​​​Peyamên Desteya Rêveber a Şengalê û Asayîşa Êzidxanê yên 8’ê Adarê
7 adar, 2021   09:21
ŞENGAL

Desteya Rêveber a Şengalê di peyama xwe de 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê û li jinên êzidî pîroz kir û got: “Di baweriya êzidiyan de jî her dem cihekî taybet ji bo jina êzidî hatiye veqetandin û li ser pêşengiya di aliyê olî de jî roleke herî girîng lîstiye.”

Di berdewama peyamê de wiha hate gotin: “Dîroka berxwedêriya jinên êzidî ku ji Xatûna Fexra dest pê kirinye û bi berxwedana Zerîfa Osê pêş ketiye, heya roja em tê de dijîn û bi pêşengiya dayikên me ku ev zêdetir ji sê mehan e ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê di nava berxwedanê de ne û karîna li hemberî hemû pîlan û êrişên li ser civakê û sîstema ku Şengalê niha xwe pê bi rê ve dibe, biparêzin dewam dike.

Ji ber berxwedêriya jina Êzidî di dîrokê de bi berdewamî ji aliyê dijmin ve jin hatiye hedef girtin û xwestine di şexsê jinê de civakê tine bikin. Ji van jî a herî berçav êrîşa çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê bû ku li sala 2014’an de li ser Şengalê pêk hat. Ji bo jina Êzidî carek din rastî vê hovîtiyê neyê di her milî de xwe birêxistin kiriye û niha pêşengtiyê ji bo civakê dike. Piştî rêxistin bûna jina Êzidî gavên mezin ber bi xwerêvebirina civakê vê hatine avêtin.

Çawa di 3’yê Adara 20217’an dema çekdarên bi navê Pêşmergeyên Roj berê xwe dana Xanesorê, dayîkên me ji niyeta xwe ya paqij û bi şêwazekî aştiyane berê xwe dane ber çeperên çekdaran, ji bo şer çênebe, ev wê dide îspatkirn ku çiqasî jina Êzidî welatparêz û berxwedêre, di vir de Şehîd Nazê bû sembola berxwedêriya jnên Êzidî.

Di her dema ku dijmin xwestiye civak me bê îrade bike herdem berxwedaniya dayika me li pêş xwe dîtiya. Taybet di dema ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êrîş li ser ser Şengalê bi balefirna dihatin kirin û di dema Iraq û PDK’ê dixwest di bin navê peymanê de gelê me bê îrede bikin, di saetên nîva şevê de dayîkên me rabûn ser xwe. Di nava sîstema xweseriya demokratîk a Şengalê de jî ji bo civakek wek hev yeksan bê avakirin di nava rêveberiya tevahiya saziyên me de jin bi sîstema hevserokatiyê cihê xwe digire û bi vê sîstemê em karin serkeftin û hêza jinê nîşanî cîhanê bidin

Di dawiyê de, em bi boneya 8’ê Adarê berxwedêriya jinên Êzidî silav dikin, saziyên ku bûne pêşeng û jina Êzidî di bin sîwana wê de xwe gihandine vê astî ji wan jî Tevgara Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), sîwana Meclisa Jinên Êzidî û tevahiya saziyên jinan birêzdarî silav dikin û 8’ê Adarê li wan pîroz dikin.”

PEYAMA ASAYÎŞA ÊZÎDXANÊ

Asayîşa Êzîdxanê jî bi peyamekê 8'ê Adarê li şehîdên şoreşê û bi taybet jinên êzidî pîroz kir û wiha diyar kir: “Jinên berxwedêr ên Rojhilata Navîn ku her roj jiyanê diparêzin, ne tenê rojekê jiyan û azadiyê dihûnin. Jinên Şengalê di nava têkoşîna man û nemanê de sembola berxwedaneke bêsînor in.

Jina ku bi felsefeya Rêber Apo li ber xwe dide, şer dike û ava dike. Piştî 3'yê Tebaxa 2014'an tola jinên êzidî hate hilanîn. Jinên Şengalê ku ji aliyê TAJÊ ve hatine birêxistinkirin û xweparastina xwe bi YJŞ'ê ava kir, helwesteke jiyanî nîşan da û li dijî êrişên li ser Şengalê rawestîn. Herî dawî di 1'ê Kanûna 2020'an de ku piştî peymana dewleta dagirker a Tirk û PDK'ê, herî zêde dayikên me li dijî êrişa li dijî tesfiyekirina Êzîdxanê li ber xwe da. Welatiyên me yên Şengalê bi pêşengiya jinên Şengalê xwedî li nîzama giştî ya Êzîdxanê derketin û ketin berxwedana nobetê. Berxwedana nobeta konan niha di roja 96'an de ye.”

Asayîşa Êzîdxanê wiha lê zêde kir: “Em soza ku em ê axa pîroz a Êzîdxanê di her şert û merci de bi hêza ku ji jinan distîne biparêzin, nû dikin. Em soza xwe ya tolhildanê dubare dikin, bi soza bilindkirina ala berxwedanê ya ku me ji şehîd Nûjiyan, şehîd Bêrîvan, şehîd Tekosin, şehîd Agît, şehîd Selam, şehîd Dilşer şehîdan wergirtiye, em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.”