Şêniyên gundê Hasdê bang li hêzên garantor kir ku erka xwe bi cih bînin

Şêniyên gundê Hasdê yê navçeya Amûdê êrişa duh a artêşa Tirk a dagirker a li dijî sivîlan şermezar kir û bang li hêzên garantor kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk erka xwe bi cih bînin.

Şêniyên gundê Hasdê bang li hêzên garantor kir ku erka xwe bi cih bînin
7 adar, 2021   18:22
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor duh li gundê Hasdê yê rojhilatê navçeya Amûdê gule li erebeyeke sivalan reşandin. Şêniyên gund agahî dane Hêzên Asayîşê. Li ser vê yekê Hêzên Asayîş bi hevkariya hêzên Rûsyayê destwerdan kir da ku sivîlan ji gund derxe.  Ev êriş tirs xist nava şêniyan û ziyan gihand erebeyê.

Li ser mijarê şêniyên gund ji ANHA'yê re axivîn.

Şêniyê bi navê Necim Salih got: "Erebeya ku bû hedef, erebeyeke sivîl bû ne ku leşkerî bû. Em wekî şêniyên gund van sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî me pêk tîne red dikin, ji ber ku li ser me û malbatên me xeter in."

Salih diyar kir ku duh bi şev dema gule li erebeyê  hatin reşandin, gule ne tenê li erebeyê ketin, di heman demê de li her derê diket ku li ser jiyana sivîlan xeter e.

Necim El-Hemad ev hedefgirtin şermezar kir û bang li hêzên Rûsyayê ku xwe wekî garantor dibîne, kir ku dawî li van sûcên bîne, dewleta Tirk sivîlên ku li nêzî sînor karên xwe dikin; ji wan cotkar û şivan û sivîlan bike armanc.

Şêniya bi navê Bedîa Salim El-Berho hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker ji erebeya sivîl re şermezar kir û da zanîn ku erebeya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate armanckirin, erebeyeke sivîl bû ne leşkerî bû û got: "Ev jî li ser me wekî sivîlên li herêmên sînor xeteriyê çêdike, ne ku ji bo aliyê hedefgirtî bi tenê xetere ye. Dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaza me bitirsîne, lê em van êrişan qebûl nakin."

Şêniyê bi navê Edîb Elî axivî û diyar kir ku dema artêşa Tirk a dagirker erebeya welatiyê bi navê Ismet Ecî kir armanc, şêniyên li herêmê tirsiyan, ji ber ku rasterast sivîlan dikin armanc û got, Ismet dema serdana mezreya xwe dikir erebeya wî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin.

Edîb her wiha got: "Ji ber êrişan em nema karin bi aramî li malên xwe rakevin û piştî vê bûyerê em nema diwêrin nêzî erdên xwe yên nêzî sînor bibin, nexasim di vê demê de ku pêwîstiya şînkayîyan bi semadê û lêhênrandinê heye."

Ebîd di dawiyê de bang li dewletên garantor ên wekî Rûsya û Amerîkayê kir ku destwerdanê bike û sivîlan ji êrişên artêşa Tirk biparêzin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o9jCiYFiWLI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>