'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'

Jinên ji pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin, 8`ê Adarê berhemê têkoşîna dehên salan e. Her wiha destnîşan kirin ku ew ê vê rojê veguherin serhildanekê li dijî zihniyeta ku wan paşguh dike.

'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'
'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'
'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'
'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'
'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'
'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'
'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'
'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'
'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'
'Em ê 8`ê Adarê bikin serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî'
7 adar, 2021   08:09
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012`an re, jinên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev lê bûn û roleke girîng di têkoşînê de lîstin da ku bibin xwedî vîn, nirx û mafên xwe biparêzin. Ji bo wê ev şoreş bi `Şoreşa Jinan` hat naskirin.

Ev yek hêviyên jinên Kurd, Ereb, Ermen, Turkmen, Çerkez û Suryan ji bo pêşxistina civakê û pêkanîna wekhevî û edaletê, xurt kirin.

Jin ji hemû pêkhateyan bi hev re heman têkoşîn meşandin û êdî 8`ê Adarê bi hev re bi şahiyên girseyî, mihrîcanan û meşan pêşwazî dikin. Her sal jinên herêmê bi rengên xwe vê rojê pîroz dikin.

Têkildarî mijarê jinên pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA`yê re axivîn û kêfxweşiya xwe bi hatina 8`ê Adarê re Roja Jinan a Cîhanê rave kirin.

`CIVAKA TURKMEN JI NAKOKIYÊN TÊKILDARÎ JINAN XILAS BÛ`

Heyat Salim a ji pêkhateya Turkmen 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got: “Jina Turkmen di civakê de bû hêzeke çalak. Bû xwedî armanc ku civakeke azad û demokratîk li ser bingeha wekhevî û edaletê ava bike. Jinên Turkmen beşdarî tevahiya qadên jiyanê bûn û hevgirtina xwe bi jinên pêkhateyên din ên herêmê re ava kir.”

Heyat wiha domand: “Jinên Turkmen rola xwe wek jineke kedkar û têkoşer nas kir û xwe ji tevahiya nakokiyên civaka Turkmen xilas kir bi taybet ên têkildarî jinan.”

Heyat diyar kir ku pêkhateyên herêmê xwedî li projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, derketin û di dawiyê de spasiya wî kir ji ber ku hewl dide jin azad bibin û mafên xwe bi dest bixin.

`8`Ê ADARÊ JI BO JINÊN ÇERKEZ XWEDÎ WATEYEKE TAYBET E`

Ji aliyê xwe ve Riweyda Silêman a ji pêkhateya Çerkez Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jin û dayîk bi pîroz kir û wiha hestên xwe rave kirin: “8`ê Adarê ji bo pêkhateya Çerkez xwedî wateyeke cuda ye ku destê xwe dirêjî tevahiya pêkhateyên herêmê kir.”

Riweyda hevgirtinê pêkhateyên herêmê spart  projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û destnîşan kir ku jinên Çerkez di tevahiya saziyên Minbic  û herêmên din de kar dikin.

Riweyde bi bîr xist ku beriya 8`ê Adarê jin hatibû paşguhkirin, lê piştî şoreşê jinan mafên xwe bi dest xistin û şoreşê gelek aso li pêşiya wê vekirin da ku hêviyên xwe pêk bîne.

`XWEDÎ TAYBETMENDIYEK CUDA YE`

Sebah Şabo ya ji pêkhateya Suryan jî got: “Em 8`ê Adarê bi girseyî bi tevlêbûna pêkhateyên din bi cil û bergên xwe pîroz dikin.”

Sebah xuya kir ku ji ber vê yekê ev roj taybetmendiyeke cuda û xweşik digire û ji şahî û çalakiyên din ên ku li cîhanê li dar dikevin, cuda dike.  

Sebah Şaho bal kişand ser tevlêbûna jinên Suryan di şoreşê de li rex jinên Kurd û Erebî û diyar kir ku wê şerê zihniyeta desthilatê û ya mêran kir.

Sebah da xuyakirin ku jinan ji bo ku mafên xwe di wekheviyê de bi dest bixin, serî hilda û ji bo axa xwe biparêze şehîd jî dan di nav de Seida û Hind hene.

Sebah di dawiyê de piştrast kir ku çi dibe bila bibe, jin wê gav paşde nevêje. Berovajî wê dê têkoşîn û berxwedana xwe ya li hemberî zihniyeta faşîst a li dijî jinan xurtir bike.

'EV ROJ XWEDÎ WATEYEK MEZIN E'

Li aliyekî din, Hediya Şemo yek (ji civaka Êzidî) têkoşîna her jineke Êzidî berxwedêr bi taybet jinên Şengalê, silav kir û 8'ê Adarê li wan pîroz kir.

Hediya got: "Xwîna şehîdên vala naçe. Ev roj xwedî wateyek mezin e ji ber ku roja rabûna li dijî kaptalîst, dîktatorî, neheqî û desthilatdariyê ye."

Her wiha diyar kir ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re ev roj bo tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her astê de xwedî wateyek mezin e, bi taybet jinên Êzidî ku tola wan ji hovantirîn rêxistinên tundraw hat hilanîn.

Hediya Şemo daxwzên xwe anî ziman ku hemû rojên jinê bibin têkoşîn, berxwedan û serkeftin û sala 2021'an tijî pêşketin be û bang li jinên Êzidî kir ku çalakiyên 8'ê Adarê birêxistin bikin da ku tola xwe ji dijimin hilînin.

Hediya Şemo di dawiya axaftina xwe de tevahî jinên Êzidî ku ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve li bajarê Mûsilê hatine şewtandin, bi bîr anî û bang li tevahî jinên Kurd, Ereb, Suryan, Turkman û Çerkez kir ku yekitiya xwe xurt bikin da ku li hemberî tevahî gefên ku bandor li wan dikin, rawestin.

XURTKIRINA JINÊN EREB

Yesmîn Mihemed ji pêkhateyê Ereb got, jinan ji tevahî pêkhateyan hemû zincîrên ku civakê li ser ferz kirine şikandin.

Yesmîn Mihemed destnîşan kir ku jinên Ereb bindest bûn û ji pêkanîna mafên xwe bê par mabû lê piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê rê li pêşiya wê vebû da ku rolek serek bilîze û di hemû aliyên siyasî, leşkerî, civakî, çandî û aborî de xwe xurt bike û gavên erênî û çalak bavêje.

Yesmîn Mihemed bang li jinên ku dervayî çarçoveya rêxistinê mane, kir ku ji qalika ku civak û zihniyeta baviksalarî jê re danîne derkevin û toza koletiyê bibe weke ku bi hezaran jinan beriya wan wiha kir.

'8'Ê ADARÊ BERHEMA BERXWEDANA BI 10 SALAN E'

Celîla Xelîl ji pêkhateyê Kurd diyar kir ku 8'ê Adarê ne bi hêsan hate, lê berhemê berxwedana bi dehan salan e.

Celîla Xelîl bang li tevahî jinan kir ku serî hildin, serî ji zihniyeta baviksalarî netewînin, her demê mafên xwe bixwazin û dev jê bernedin.

Celîle Xelîl gotina rêber Abdullah Ocalan ku dibêje '' Ez ne qayîl im ku tenê 8’ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê'' bi bîr xist û got:"Divê gotinên rêber Abdullah Ocalan pêk werin da ku tevahî roj bibin 8'ê. Ji bo xurtkirin û berferhkirina şoreşa jinan ne tenê li Bakur û Rojhilata Sûriyê lê belê li tevahî cîhanê divê xebat were kirin, da ku jinan rizgar bikin û şoreşa nûjen sererast bibe."

Celîla Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir:" Em hêvîdar in ku 8'ê Adarê îsal veguherînin serhildaneke ku tevahî jin beşdar bibin û ne tenê 8'ê Adarê lê belê tevahî rojên salê wek roja jinê bê hesbandin."

(şx-dm)

ANHA