ꞌŞoreşa 8`ê Adarê dê bi saya fikirê rêber Ocalan bidome'

Endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê Ewad Bozan got: "Şoreşa me şoreşa civakî ye, rizgarkirina civakê ji rizgarkirina jinan dest pê dike." Her wiha teqez kir ku ew ê bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

ꞌŞoreşa 8`ê Adarê dê bi saya fikirê rêber  Ocalan bidome'
8 adar, 2021   01:42
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye, ji ber ku ev roj nîşaneya şoreşa jinan a li dijî zilim û bindestiyê ye hemû jinên cîhanê vê  rojê pîroz dikin.

Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê Ewad Bozan axivî û got di pêvajoya Şoreşa 19`ê Tîrmehê de wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikirê rêber Abdullah Ocalan belav kirin û ev xal li gotina xwe zêde kirin: "Ev fikir ji bo hemû jinên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û yên din e. Ev fikir encamên gewre bi xwe re anî, ji lew ra em çi qasî biaxivin jî em ê nikaribin rola erênî ya vî fikirê ya ji bo jinan bidin nîşandan."

Bozan destnîşan kir ku şoreşa wan şoreşeke civakî ye, ji civakê dest pê kir û dê bi civakê jî bi ser bikeve û got: "Rizgarkirina civakê bi rizgarkirina jinan re dest pê dike û rizgarkirina jinan ji rizgarkirina civakê dest pê dike, anku her du bi hev ve girêdayî ne."

Ewad Bozan diyar kir ku li navçeya Şedadê û gundên wê belavkirina ramana rizgarkirina jinan gelekî zor bû ji ber ku herêmê di demên dawî de li ser destên çeteyên DAIŞ`ê yên din gelek zehmetî dît.

Bozan bi domdarî got:"Em îro ji aliyê istixbarata dewleta Tirk ve têne şopandin ji ber ku hewldana têkbirina têkoşîn û berxwedana jinan dike, ev yek jî bi bûyera hedefgirtina her du hevalan Hind û Seida yên li herêma El-Şayîr re eşkere dibe, me bi çavên xwe dît ku şaneyên girêdayî dewleta Tirk îtîrafa hedefgirtina her du hevalan kir, lê tevî vê yekê jî em ê bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan asta têkoşînê bilind bikin û azadiya jinan û mafên wan bi dest bixin."

Şêniya bi navê Emel El-Fatir Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir û got: "Ev roj roja serhildan û rakirina qeyd û bendên civakê yên li ser jina azad e. Ev roj berhemên keda têkoşer û şehîdan e yên canên xwe ji bo rizgarkirina jinan dane, da ku rê li pêşiya hemû jinan kirin ji bo rola xwe ya çalak di nava civakeke azad de pêk bînin."

Emel di berdewamiya axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest nexasim malbatên Hind û Seidayê û got, şehîd Seida û Hind minareya ku rêya azadiya jinan ronî dikin e û ji cîhanê re isbat kirin ku jin ne kêmî mêran e û zemanê bindestiyê çû.

Emel di dawiya axaftina xwe de xîtabî şaneyên DAIŞ`ê û dewletên piştgiriya wan dikin kir û got: "Şehadeta her du hevalan Seida û Hind ji bo we şermeke, ji bo pêkanîna armancên xwe ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û di nava jiyaneke azad de ku tê de adalet û wekhevî miroger be bijîn û dê jin di rêvebirina civakê de roleke sereke bilîze."

(eh)

ANHA