Ji şahiya 8`ê Adarê peyamên siyasî, leşkerî û civakî

Beşdarên şahiya 8`ê Adarê ya li Qamişloyê got têkoşîna jinan roleke girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîstiye û destnîşan kir ku heta rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî têkoşîna wan berdewam e.

Ji şahiya 8`ê Adarê peyamên siyasî, leşkerî û civakî
6 adar, 2021   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed di şahiya 8`ê Adarê de ku li Qamişloyê hatiye lidarxistin, axivî û ev bone li jinên Sûriyê û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.  Remziye diyar kir ku jinan bi rêya birêxistinkirinê, destkeftiyên ku bi saya fedakariyên bi sedan têkoşerên jin hatine bidestxistin, dê misoger bibe. 

Remziye wiha axivî: “Têkoşîna me dê heta rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî bidome. Ji bo ku jin bigihêjin azadiya xwe û rêber Abdullah Ocalan azad bibe, em ê asta têkoşînê mezin bikin. Jin dê tenê bi destê xwe û bi rêya mezinkirina asta têkoşînê û birêxistinkirina xwe, azad bibin.”

Her wiha di şahiyê de berdevka Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Necla Temî axivî û got: “Jinan di dirêjahiya dîroka xwe de kurtkirina hebûna wê di civakê de û zîhniyeta mêran red kir. Piştî dîrokeke bi têkoşînê dagirtî û piştî dayîna gelek fedakariyan, gelek destkeftiyên siyasî, leşkerî û civakî bi dest xistin.”

Necla wiha berdewam kir: “Jinan bi qehremaniya xwe û sekna xwe ya azad di vê şoreşê de cîhan matmayî hişt. Têkoşîneke bêsînor meşand, nirxên hevbeşiyê dan rûniştandin û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên wê de parast.”

Necla Temî YPJ, şervanên jin û jinên Sûriyê yên berxwedêr ên li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û yên di kampan de bi vê boneyê pîroz kirin.

Necla bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan rawestînin û sûcdaran li dadgehên navneteweyî darizînin.

Paşê berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah axivî û got: “Jina azad heke soz bide wê pêk tîne. Em li ser soza xwe ne û dê wisa bin. Jina azad dê bibe pêşenga cîhan û vê civakê û dê dengê wê her tim bilind bibe.”

Nesrîn wiha axaftina xwe domand: “Silavên YPJ`ê ji we re hene. Soza me ye ku em bibin parêzvanên jinan. Em careke din soz didin ku şoreşa xwe biparêzin û dê dagirkeriya Tirk û Erdogan têk bibin. Em ê careke din ala xwe li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hildin.”

Nesrîn di berdewama axaftina xwe de got: “Em ê alên çeteyan daxin mîna ku me alên DAIŞ`ê daxistin. Divê tevahiya jinên li cîhanê tê bikoşin. Ka em ala jinan bilind bihêlin.”

Şahî bi dayîna peyaman û pîrozkirina 8`ê Adarê berdewam e û tê payîn ku komên hunerî berhemên xwe pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YBGVrIrG7rA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>